Erebên hawirde malên Kurdên Girê Sipî talankirin

Kurdistan 10:16 PM - 2026-08-12
Dîmenek ji xanoyên ji aliyê Erebên hawirde ve  hatine talankirin Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR)

Dîmenek ji xanoyên ji aliyê Erebên hawirde ve hatine talankirin

Rojavayê Kurdistanê

Dema derketina hawirdeyên Ereb ji gundekî Girê Spaî ya Kurdnişînê gelek tiştên Kurdan dizîn û xanoyên wan wêran kirin û herifandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) derbarê dizîn û talan kirina malên Kurdan yên li Girê Sipî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî derbazbûna 7 salan li ser dagirkirina malên welatiyên Kurd malbatên Sûrî yên li gundê Muteklita yê li rojavayê gundewarê Girê Sipî ji gund derketin,lê, berî derketina xwe, wan xanî bi temamî talan kirin û ziyanên mezin gihandin mal û mulkên Kurdan.

Li gorî agahiyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), kesên ku ji malan derketin derî û pencere şikandin û dizîn,her wiha alavên karebayê û amûrên hundir ji dîwaran derxistin;ji bilî diziyê dîwarên xaniyan hilweşandin û ji ber herifandina xaniyên li wî gundî bi piranî ji bo jiyanê ne guncav in.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket