Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin

Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25
 Holeke xwendinê Taybet

Holeke xwendinê

Her sal zanîngeh û peymangeh ji bo rojnamevanan kursiyên xwendinê vediqetînin, û îsal 18 kursiyên li Silêmaniyê hatine veqetandin û di wê derbarê de Seketerê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku armanca vê hewildanê ewe ku rojnamevanên me li Silêmaniyê bibin akademîsyen da ku karê wan profesyonel bibe û me heta master û doktoraya belaş li Îranê ji bo rojnamevanan bi dest xistine.

Beşê Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê ragihand: Şeş kursiyên xwendinê ji bo rojnamevanan û ew rojnamevanên ku dixwazin bixwînin dikarin li gorî mercan û rêbernameyên Wezaretê di 1ê Îlona 2026.an de serlêdan bikin û roja dawî dê 10ê Îlona 2026an demjimêr 12ê nîvro be.

Di heman demê de,Beşa Teknîkî ya Medyayê ya Kolêja Teknîkî ya Rêveberiyê ya Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmaniyê ragihand ku şeş xul ji bo rojnamegeran ji bo sala nû ya xwendinê hatine veqetandin û serlêderên ku di bin mercan û rêbernameyan de ne, dikarin ji 23ê Tebaxa 2026.an heya 10ê Îlona 2026an serdana beşa tomarkirin zanîngehê bikin daku formê werbigirin.

Her derbarê xula xwendinê ji bo Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê ragihand ku ew ê şeş xulên xwendinê ji bo rojnamevanan veqetîne û ragihand ku, Beşa Tomarkirinê ya Peymangeha Rojnamevanan agahdar dike ku ew dikarin ji 23ê Tebaxa 2026.an heta 10ê Îlonê formê tije bikin.

Derbarê veqetandina kursiyên xwendina rojnamevaniyê Sekreterê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ji PUKMEDIA re wiha ragihand ku, bi saya beşên medyayê yên Zanîngeha Silêmanî, Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmanî û Peymangeha Teknîkî ya Silêmanî, ji bo vê sala akademîk 18 kursî ji bo rojnamevanan hatine veqetandin, ku armanca vê xebatê ewe ku rojnamevanên me li Silêmaniyê bibin akademîsyen daku karê xwe profesyonel bikin.

Her wiha got:Rojnamevanên ku îsal dê li ser kursiya sendîkayê werin pesendkirin,divê endamên liqê sendîkaya me bin yan jî piştgiriya sendîkaya me hebe, di heman demê de notên lîseyê, temen û piştgiriya dezgehek medyayê mercên pesendkirina rojnamevanan in.

Derbarê xwendina êvarê de, Karwan Enwer ragihand ku ew rojnamevanên ku temenê wan ji 45 salî mezintire û karê wan sibehê heye,dikarin xwendina xwe li beşa êvarê ya Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê bidomînin ku bi pereyek hindik jî di heman demê de dixwîne.

Sekreterê Liqê Silêmaniyê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê aşkere kir jî hewldanên me ji bo wergirtina kursiyên xwendinê ne tenê li Herêma Kurdistanê ne, her wiha, me kariye 10 kursiyên master û doktorayê ji bo rojnamevanan bi Îranê re bidest bixin ku bêpere ne.

Veqetandina van derfetên perwerdehiyê yên cuda ji aliyê zanîngeh û kolêjên Silêmaniyê ve gavek e ji bo bilindkirina asta zanistî û akademîk ya rojnamevanan û pêşxistina jêhatîyên wan yên pîşeyî di warên medyayê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket