Rêbaza Serok Mam Celal û Kerkûk û Kerkûkiyan
Kurdistan 02:42 PM - 2025-03-23
Kerkûk di dema borî
û niha de bûye qeleha Kesk ya Kurdayetî û YNK`ê û her ji roja damezerandina
xwe ve Kerkûk di stratejiya têkoşîna YNK`ê de xwedî cihekî taybet e, eşkere ye ku çi kes bi qasî Serok Mam Celal
xemxwarê Kerkûk û Kerkûkiyan nebûye û çi hêzeke siyasî jî bi qasî YNK`ê berevanî
li li nasnameya Kurdistanîbûna wê ne kiriye, bê guman Kerkûk ya Kurdistan`ê û YNKê ye û ew wek yek laş û yek ruh lê
hatiye.
Rêbaza Serok Mam
Celal û xwendingeha Kesk ya Kurdayetiyê ji bo Kerkûk û Kurdistan`ê di rêza herî
pêş ya tekoşîna dûr û dirêj ya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de bû, di serdema rejîma Be`is de eger YNK û
Pêşmergeyên wê yên qehreman û mêrxasiya xelkê wî bajarî nebûna, Be`is
bi temamî Kerkûk dihat bi Erebkirin û çi mohreke Kurdî li ser nedima, lê ne Be`is û ne jî çi kesên din jî nikare
vê xewna niha û paşerojê pêk bîne, heta ku YNK bihêz be û Serok Bafil Celal
Talebanî rêya Serok Mam Celal bidomîne.
Piştî referandumê û
16ê Cotmeh`ê Kerkûk bo demekê hat bi Erebkirin, lê di Hilbijartinên Civata Parêzgehên
Êraq`ê de, YNK`ê Kerkûk careke din wergirt û bi riya parêzgar û projeyên xwe û
kûrkirina giyanê bihevre jiyanê, Kerkûk roj bi roj kesktir dibe, Kerkûk niha di
destê emîn ya YNK`ê Kurdan de ye û tê avedankirin.
Hevalên
serkirdayetiya YNK`ê bi taybet heval Aso Mamend endamê mekteba siyasî û
serpereştyarê Kerkûk- Selahedîn, wek xwendekarekî xebatkarê riya Mam Celal,
siyaseta YNK`ê li bajêr xiste kirdar û serdana xelkê ji hemû pêkhateyan dike,
baregehên YNK`ê bi xizmetkirin û
guhdarîkirina gel û hevalên ji nû ve ava dikin û bi şev û roj di nava gel de
ne, pirsgirêkên wan çareserkirin û ji bo çareseriyê jî zarok, jin, zelam,xwedan
pêdawîstiyên taybet û her kesê ku pêwîstiya wan bi YNK’ê hebin, ew wek
serkirdeyekî axê guh didin daxwaziyên wan, lewra ew serkirde bûne cihê baweriya xelkê.
YNK`ê çi
caran ji xelkê dûr neketiye, ewê serkirde dikin cî bi cîkirina siyaseta YNK`ê
bi awayekî kirdarî ye ji bo xizmeta xelkê, YNK`ê hizba dema bangeşeya
hilbijartin û soza bê kirdar nîne, belku wek Serok Bafil dibêje: (Tiştê Ez Dibêjim
Cî bi cî Dikim).
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11



Aplîkêşin

