Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat

Kurdistan 07:28 PM - 2026-09-10
Wezîrê Pêşmerge PUKMEDIA

Wezîrê Pêşmerge

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kuridtanê di daxuyaniyekê de ragihand: Proseya yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmerge li jêr çetrî wezareta pêşmerge bi serkeftî bi dawî bû.

Daxuyaniyek ji Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ve

Gelê evîndar ê Kurdistanê,
Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê,
Hevparên me yên di Hevpeymaniya Navdewletî de,

Îro bi serbilindî, mizgîniyeke dîrokî û destkeftineke mezin radigihînin ku xewna demdirêj a gelê me bû, proseya yekxistin û rêxistinkirina giştî ya hêzên Pêşmerge di bin konê Wezareta Pêşmerge de bi serkeftî bi dawî hat.

Piştî çendîn salan ji têkoşîn, xebatên berdewam û wekî tîmeke hevbeş li Wezareta Pêşmerge, ligel fermandarên Fermandariya Hêzên 70 û 80 ku alîkar û rêxweşker bûn, me karî gişt asteng û pirsgirêkan derbas bikin. Me li Wezareta Pêşmerge hemû şiyanên xwe ji bo serxistina vê proseya niştimanî terxan kirin, heta ku em gihîştin vê encama bilind a ku îro hêzên 70 û 80 bi proseyeke hûr, leşkerî û bi plan hatin yekxistin.

Di çarçoveya vê çaksaziya bingehîn de, tevahiya hêzên leşkerî li ser asta yek fermandarî û kontrolê, (Lîwa û tîm û fermandariya deverê) hatin rêxistinkirin.

Bi kêfxweşî radigihîjin ku her du deverên fermandariya leşkerî bi fermî dest bi kar dibin. Ev destkeftiyeke dîrokî ye û Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke yekgirtî û serdemî, di bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge de.

Ev destkeftiya mezin encama piştgiriya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Cîgirê Serokê Hikûmetê bûye, ligel rola giring û bilind a Hevpeymanan bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çarçoveya yadeştnameya têgihiştinê ya di navbera me de. Em pesnê bêdawî yê alîkariyên wan dikin û daxwazê ji wan dikin ku di qonaxa pêş de, bi awayekî cuda berdewam bin li ser piştgiriya Hêza Pêşmerge ya Yekgirtî ya Kurdistanê.

Bila alaya Kurdistanê her tim li ba be
Serbilindî ji bo Hêza Pêşmerge û xwediyên serbilind ên şehîdan

Şoreş Îsmaîl
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Îlona 2026an


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket