Mekteba Siyasî: Piştgîriya daxwazên jinên Kurdistanê dikin

Kurdistan 02:56 PM - 2026-11-24
Logoya YNK PUKMEDIA

Logoya YNK

YNK Jin

Mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya tekoşîna li dijî tundûtûjiya li hember Jinan, peyamekê arasteyî jin û keçên Kurdistanê dike û radigihîne: Tekezî li ser xurtkirina hewlên xwe dikin ji bo parastin û piştgirîkirina zêdetir a maf û daxwazên hemû jinên Kurdistanê, da ku di jîngeha kar û qada beşdariya giştî de bêtir bên parastin û derfetên zêdetir bikaranîna şiyanên wan bên dabînkirin.

Naveroka peyamê:

Peyama mekteba siyasî ji bo Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundûtûjiya li hember Jinan

Di vê boneya cîhanî de ku ji bo jinavbirina hemû cureyên tundûtûjiya li dijî jinan tê lidarxistin, wekî her tim em tekezî li ser xurtkirina hewlên xwe dikin ji bo parastin û piştgirîkirina zêdetir a maf û daxwazên hemû jinên Kurdistanê, da ku di jîngeha kar û qada beşdariya giştî de bêtir bên parastin û derfetên zêdetir ji bo şiyanên wan bên dabînkirin.

Di dîroka gelê me de, bi şahidiya gervanan û rojhilatnasan, jin û keçên Kurdistanê bi hemû azadî û serbilindiyê rola xwe di hemû qadên xizmeta civak û welat de lîstiye. Ji ber vê yekê, bi nemana yekcarî ya bûyerên tacîzkirinê û her cure tundûtûjiyeke li dijî wan, bi rêya qanûn û rêkarên pêwîst ên fezaya civakî û çespandina bingehên maf û wekheviyê, dikare pêşveçûneke zêdetir bi wê rola wan a giranbiha bê dayîn.

Em dîsa serkeftinê ji bo xebata jinan û parastina mafên wan dixwazin.

Mekteba Siyasî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike