Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
Rêportaj 03:14 PM - 2026-11-23
Kurdistanî Nwê
Hunermend Elî Dawûd
Elî Dawûd, yek ji stranbêj û hunermendên resen ên herêma
Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku zêdetir wek stranbêjê koşk û dîwanan, mîlî
û folklorê tê naskirin.
Hunermendê mîlî yê kurd Elî Dawûd li bajarê Helebê, ji Rojnameya Kurdstanî
Nwê re ragihand: Ji zarokatiyê ve evîndarê hunera stranbêjiyê bûm, bi
taybetî stranên xalê min ku hunermendekî navdar ê Efrîn û Çiyayê Kurmênc bû; vê
yekê bandoreke zêdetir li ser min kir û min her tim stran arşîv dikirin. Ji
bilî vê jî, hunermend û dengbêjên mîlî li sînorê Efrînê rojane li mala me kom
dibûn û vê yekê jî bandoreke zêdetir li ser min çêkir.
Herwiha got: Ji destpêka karê xwe yê hunerî ve armanca min a
sereke arşîvkirin û tomarkirina stran û kilamên folklorî yên kurdî bûye li
Rojavayê Kurdistanê bi giştî, bi taybetî ew stranên ku resenî û folklorê devera
Efrîn û Çiyayê Kurmênc nîşan didin. Herwiha min yekem strana xwe di sala 1973an
de tomar kir û niha nêzîkî 80 stranên taybet bi min hene.
Hunermend Elî Dawûd di sala 1957an de li gundê (Cela) li
navçeya Recoyê ya bajarokê Efrînê, di malbateke hunermend a Rojava de ji dayik
bûye; xwediyê bawernameya bekaloryosê ye ji Zanîngeha Helebê û zêdetirî 50
salan e karê hunerî dike.
Elî Dawûd dibêje: Stranên hunermendên kevin, wek Cemîl Horo,
Elî Kapê û Husên Efrînî, bandoreke mezin li ser min kirin û hiştin ku ez bibim
hunermend. Di sala 1977an de min yekem koma mûzîkê ya Efrînê li bajarê Helebê
ava kir û di piraniya dîlan û boneyên neteweyî yên kurdî de, wek Newrozê li
Rojavayê Kurdistanê û li Libnanê jî, beşdar bûme.
Amaje bi wê yekê jî kir ku: Piraniya stranên min stranên
mîlî û folklorî ne, ku yek ji girîngtirîn û bihêztirîn stranên kurdî ne li her
çar parçeyên Kurdistanê û beşek in ji wê dîroka tomarkirî ya neteweyî ya kurd
ku di dirêjahiya dîrokê de tê re derbas bûye û pir xemgîn û diltezîn e; ji ber
vê yekê ez gelek girîngiyê didimê û arşîv dikim. Herwiha meqamê mîlî yê kurdî û
şêwaza Efrînî bi hestekî xemgîn û dilhejên pêşkêşî temaşevan û guhdarên kurd
dikim.
Hunermendê mîlî Elî Dawûd, wek piraniya dengbêjên nav koşk û
dîwanan, tomarên wî bi şêweyê kasêt, CD an tomarên zindî di nava dîwanan de li
bajarên Heleb û Efrînê peyda dibin. Niha beşek ji berhemên wî di torên civakî û
kanalên YouTubeê de wek folklor û mîrateyeke hêja ya herêma Efrînê tên
belavkirin.
Di dawiyê de Elî Dawûd got: Armanca min parastin û
tomarkirina stranên folklorî yên kevin ên kurdî ye da ku winda nebin; ji ber ku
ev huner beşeke girîng a dîroka kevnar û resen a gelê kurd e û pir pêwîst e em
wê biparêzin, ji ber ku eger ev huner winda bibe, yanî ziman û dîroka me winda
dibe; ji bilî vê jî her miletek bi dîrok, ziman û folklorê xwe tê naskirin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarokê Efrînê û Çiyayê Kurmênc yek ji
navendên girîng û dewlemend ên hunera strana neteweyî û mîlî ne li Rojavayê
Kurdistanê, bi taybetî di hunerên folklorî yên lawik, heyran, beyt û stranên
folklorî de. Dîroka vî hunerî li wê deverê kok û rehên kûr hene û ligel dîrok û
jiyana civakî ya niştecihên herêmê pêş ketiye.
Şêwaza gotina lawik û heyranê li Efrîn û Çiyayê Kurmênc
xwedî taybetmendiya xwe ye û ji herêmên din ên Kurdistanê cuda ye; dengbêjên
devera Efrînê bi dengekî bi soz û kûr, gelek caran bêyî bikaranîna amûrên
mûzîkê, tenê bi bikaranîna tembûrê an bêyî amûr bi rêya deng stranan dibêjin.
Stranbêjê mîlî yê herî berçav û navdar ê kurd li Efrîn û
Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo bû ku bi dengê xwe yê dewlemend û tijî soz karî gelek
ji beyt û stranên kevin ên devera Efrînê biparêze û veguhêze ser kasêt û
tomarên mûzîkî.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

