Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî

Êraq 09:19 AM - 2026-11-23
Dînarên Îraqî PUKMEDIA

Dînarên Îraqî

Berdevkê hikûmeta federal tekez kir ku muçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê parastî ne, desttêwerdan tê de nayê kirin û di çarçoveya dosyayên din de nabin mijara ti gotûbêjê.

Saziya Nûçeyan a Fermî ya Îraqê li ser zarê Berdevkê Hikûmetê Besam El-Ebûdî veguhast ku misogerkirina muçeyên fermanberan li Herêma Kurdistanê û misogerkirina neanîna tu zererê ji wan re, rênimayeke mecbûrî ye ji aliyê Serokê Civata Wezîran Elî Falih El-Zeydî ve.

El-Ebûdî zêde kir ku Dosyaya muçeyan ji dosyayên din ên di navberê de cihê ye û nayê girêdan bi ti gotûbêjên ku têkiliya wan bi pirsên din re heye.

Wî her wiha domand ku "Hikûmet di bicîhanîna dîtin û bernameya xwe de ya ji bo sepandina desthilata dewletê, serweriya yasa, têkoşîna li dijî gendeliyê û rawestana li ber her destdirêjiyekê li ser sermayeyên neteweyî li seranserê Îraqê berdewam e.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket