Zarokekî Hindî 7. lîstikvanê herî baş yê cîhanê têk bir

Cîhan 02:35 PM - 2026-11-22
Yarîznê Şetrencê Tamîz Amodan Ajans

Yarîznê Şetrencê Tamîz Amodan

Cîhanî

Kurê Hindî yê heşt salî, Tamiz Amodan, Şatrancvanê rêza heftemîn yê cîhanê têk bir, û di destpêka kariyera xwe ya werzîşî de serkeftinek berbiçav bi dest xist.

Kurê Hindî yê heşt salî Tamîz Amodan cîhana werzîşê matmayî kir bi têkbirina Vincent Kaymer yê Alman, ku di satrancê de di rêza heftemîn ya cîhanê de bû,di maçek ku wî ji mala xwe bi ronahiya mûman lîst, piştî ku bahozek bû sedema qutbûna elektrîkê, û ji ber ku bataryaya Laptopa wî xilas bû, hema bêje têkiliya wî bi maçê re winda bû.

Tamîz heftê pênc rojan perwerdehiyek dijwar dibîne, di nav de analîza lîstikê, hesabkirina tevgeran û beşdarbûna di turnuvayên pratîkê de, di heman demê de bi alîkariya diya xwe xwendina xwe li malê didomîne. Çîroka wî di demekê de tê ku Hindistan li ser sehneya satrancê ya cîhanê derdikeve pêş,piştî derketina nifşek lîstikvanên ciwan,di nav de Domarajo Gokesh, ku di sala 2024.an de di 18 saliya xwe de bû şampiyonê cîhanê yê herî ciwan di dîroka lîstikê de.

Tamîz dixwaze di nav salekê de bibe mezintirîn masterê cîhanê û di nav du salan de jî bibe şampiyonê cîhanê yê herî ciwan, tevî ku qebûl dike ku ew bêriya heval, malbat û jiyana xwe ya berê dike.

PUKMEDIA









zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket