Mala Gelan li Yaroslavlê pira têkiliyan digel Kurdan xurt dike

Kurdistan 03:24 PM - 2026-11-21
Şanda Ragihandinê ya YNK'ê li Mala Gelan Taybet

Şanda Ragihandinê ya YNK'ê li Mala Gelan

Di çarçoveya bernameya tîr û tijî ya serdana şanda ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo Rûsya de, li parêzgeha Yaroslavlê ji aliyê Mala Gelan ve hatin pêşwazîkirin û dîroka her du gelên Kurd û Rûs û xalên hevbeş yên çandî û ferhengî mijarên sereke yên gotûbêjan bûn.

Dr. Sergey Talanov, Serokê Mala Gelan, tevî derbirîna kêfxweşiya xwe ya ji bo serdan û civînê, tekez kir ku gel û neteweyên Rojhilatê bi peywendî û dostaniya dîrokî bi hev ve girêdayî ne û bingehên exlaq û nirxên bilind ên mirovahiyê nasnameya pêkvejiyana wanin.

Dr. Sergey behsa erkê Mala Gelan hem li seranserî Rûsyayê û hem jî li Yaroslavlê kir û navenda karê wan zelal kir ku ew jî xurtkirin û qayîmkirina pêkvejiyana 192 neteweyên curbicur ên Rûsyayê ye û gelê Kurd jî di nav wan de li cem navendê û civaka Rûsî xwedî pêgeheke bihêz e. Herwiha tekez kir ku erkê her du aliyan e ku xalên hevbeş pêş bixin û aliyên erênî yên peywendiyan li ser bingeheke xurt werin pêşvebirin.

Hevdem, Dr. Karwan Elî bi navê şanda ragihandinê ya YNK'ê amaje bi girîngî û bayexa xurtkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir wekî destpêka karê hevbeş ê her du gelên Kurd û Rûs û tekez jî kir ku di cihê xwe de ye peywendiyên çandî, ferhengî, akademîk û wêjeyî werin pêşxistin û kar di xizmeta her du gelên Rûsya û Kurdistanê de bin.

Her di wê hevdîtinê de ku bi amadebûna Dr. Siware Şakelî û çend xwendekarên Kurd birêve çû, amaje bi wê yekê jî kir ku gelê Kurd, Kurdistan kiriye mala hemû neteweyan û di kêliyên dijwar yên rabirdûyê de hemêza xwe ji bo hemû wan kesan vekiriye ku tengav bûne û penaya xwe anîne ber.

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket