Seroka berê ya UN Women koça dawî kir

Cîhan 03:58 PM - 2026-11-21
Phumzile Mlambo-Ngcuka,yekem cîgira seroka jin ya Afrîka ya Başûr AP

Phumzile Mlambo-Ngcuka,yekem cîgira seroka jin ya Afrîka ya Başûr

Cîhanî

Phumzile Mlambo-Ngcuka, yekemîn cîgira serokê ya jin ya Afrîkaya Başûr, ku di heman demê de wekî Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêvebera Cîbicîkar ya Saziya Jinan ya NY (UN Women) jî kar kiribû, di 71 saliya xwe de koça dawî kir ku serokatiya Afrîkaya Başûr ev nûçe derengiya roja Înê ragihand.

Mlambo-Ngcuka, ku berê mamoste bû, di sala 1994.an de piştî yekemîn hilbijartinên demokratîk yên Afrîka ya Başûr wekî parlamenter hat hilbijartin.

Mlambo-Ngcuka ji sala 2005.an heta 2008.an wekî cîgira serokê kar kir.

Berî ku posta cîgira serokê werbigire,wê wekî Wezîra Kan û wuzeyê û her wiha wekî Cîgira Wezîr di Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê de kar kiribû û wekî cîgira serokê, wê serperiştiya destpêşxeriyên hikûmetê yên ji bo kêmkirina hejariyê dikir, bi taybetî jî girîngiyeke mezin dida jinan.

Di Tebaxa 2013.an de, wê wekî Rêvebera Cîbicîkar ya UN Women sond xwar û du dewreyan di wê postê de ma.

Ev sazî pêşengiya hewlên Neteweyên Yekbûyî dike ji bo pêşxistina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan.

Çavkanî: Reuters

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket