Îraq ji bo nexweşên Şekir mûçeyan dibire

Êraq 03:56 PM - 2026-11-22
 Mihemed Mûsewî,Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Wah

Mihemed Mûsewî,Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê hikûmeta federal, malpereke elektronîkî ya taybet ji bo wergirtina daxwazên wan zarok û ciwanên ku tûşî nexweşiya Şekir ya cureyê yekem bûne ragihand, daku piştre mûçe ji wan re bên birîn û di nav çavdêriya civakî de bên tomarkirin.

Mihemed Mûsewî, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî ragihand: Îro 22.11.2026.an malpereke elektronîkî ya taybet tê xebitandin, ku ji bo wergirtina daxwazên wan zarok û ciwanên tûşî nexweşiya şekir ya cûreyê yekem bûne û temenê wan di bin 22 saliyê de ye, hatiye terxankirin.

Her wiha diyar kir ku armanc ji vê pêngavê hêsankirina rêkarên pêşkêşkirina daxwazê û kêmkirina barê giran yê li ser malbatên wane.

Wezîrê Kar eşkere jî kir, tomarkirina navan tenê bi riya wî malperê elektronîkî dibe, ew jî bi riya dagirtina zanyarî û daneyên sereke yên daxwazkirî, bi awayekî ku sûdmend dikarin bi hêsanî û heta bi riya telefonê jî karûbarên xwe temam bikin, bêyî ku hewce bike serdana wezaretê yan jî fermanbergehên girêdayî wezaretê bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket