Ebûdî: Parastina hêlên boriyên neftê li ser milê hikûmetê ye

Kurdistan 11:35 AM - 2026-11-22
Boriya Naftê Ajans

Boriya Naftê

Berdevkê hikûmeta Îraqê got: Parastina xetên boriyên neftê li ser milê hikûmetê ye û wekî karekî pêşîn dibîne.

Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku parastina xetên boriyên neftê erka pêşîn a hikûmetê ye û tenê bi herêmeke erdnîgarî ya sînordar nabe, belku hemû herêmên welat vedigire.

Ebbûdî eşkere jî kir ku ji saziyên ewlehiyê re rênime hatine dan ku dûvçûnê ji bo hemû gumanên qaçaxçîtiya neftê bikin. Her wiha aliyên peywendîdar li ser vê babetê rapor û agahî pêşkêşî Serokwezîr kirine, û ne dûr e ku kesên di vê karî de têkildar hene bêne desteserkirin. Ev dosye bo dadgehê hatina şandin.

Di dawiyê de jî bal kişand ser wê yekê ku navê her kesê di lêkolînên taybet bi dosyeya qaçaxçîtiyê de hebe, destê dadgehê dê bighe wî.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket