Yildiz: Ji Yasaya Çarçveyê 2800 kadirên KCKê dikarin sûd werbigirin

Kurdistan 03:10 PM - 2026-11-22
girê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz Independent Turk

girê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz

Turkiye

Cigirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku ji yasaya pêvajoya aştiyê, nêzîkî 5 4 hezar kesan ji bo dozên PKK yan jî KCK’ê hatine girtin, 2 hezar û 800 kes dikarin sûdê werbigirin, lê gitiyên heta hetayî û yên gule barandine, ji vê yasayê sûd wernagrin.

Rêveberiya bajarê Îstanbolê ya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li Navenda Çand û Hunerê ya Uskudar Baglarbaşiyê bernameyeke taybet bi rewşa herî dawî li dar xist û Cigirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz jî di vê bernameyê de axivî û diyar kir ku pêvajoya aştiyê ne tenê meseleyeke serdemê ye.

Yildiz anî ziman ku piştî piştrastkirina bi dawîbûna hebûna rêxistinê, Yasaya Çarçoveyê, dê piştî weşandina di Rojnameya Fermî de bikeve meriyetê û wiha got: 4,897 girtiyên PKK û KCK di girtîgehên Komara Turkiyê de ne ji van, 2,800 dikarin ji vê yasayê sûd werbigirin.

Her wiha got: Ew kesên ku gule li leşkerên me dibarînin, ew kesên ku bombeyan li dijî welatiyên me diavêjin, nikarin ji vê ysayê sûd werbigirin.

PUKMDIDA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket