Pişka herêmê di budceya 2027an de hat diyarkirin û Bexdayê merc heye

Kurdistan 10:32 AM - 2026-11-22
Dînarên Îraqî PUKMEDIA

Dînarên Îraqî

Pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2027an de hat diyar kirin û Bexda heft mercan datîne, hevdem şandina mûçe jî bi cihanîna wan heft mercan ve hatiye girêdan.

Li gorî agahiyên PUKMEDIAyê, reşnivîsa budceya giştî ya Îraqê bo sala 2027an pişka Herêmê bi zêdetirî 12 trilyon û 859 milyar dînar diyar kiriye, bi mercê radestkirina 445 hezar bermîlên neftaê rojane û dahatên neneftî jî.

Hevdem Bexdayê şandina mehane ya pereyê mûçeyan girêdaye bi bicihanîna temamî ya wan heft mercên yasayî.

Li gorî kopiyeke reşnivîsa budceya 2027an ya Îraqê, pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya 12.7% ji xerckirina kargêrî hatiye texmînkirin ku digehîje 12 trilyon û 859 milyar dînaran. Li gorî madeya 10an ji projeyê, 12 trilyon û 358 milyar dînar bo xeric û mûçeyan, û 501 milyar dînar jî bo veberhênanê hatine terxankirin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket