Yekemîn qeymeqamê navçeya Xurmalê dest bi kar bû

Kurdistan 02:44 PM - 2026-11-23
qeymeqamê navçeya Xurmalê Erkan Hesen PUKMEDIA

qeymeqamê navçeya Xurmalê Erkan Hesen

Parêzgeha Helebçe

Bi amadebûna parêzgara Helebceyê, di merasîmekê de mamoste Erkan Hesen wek yekemîn qeymeqamê qeza Xurmalê dest bi kar kir û ragihand: Em qonaxeke nû ya avakirinê û bilindkirina asta fermangehên navçeyê dest pê dikin.

Îro 23yê 11ê 2026an, di merasîmekê de mamoste Erkan Hesen wek yekemîn qeymeqamê qeza Xurmalê dest bi kar kir. Di destpêka merasîmê de jî, Parêzgara Helebce Nuxşe Nasîh, ligel pîrozbahî û spasiyê ji bo niştecihên qeza Xurmalê ragihand: Niştecihên qezayê rol hebûne di wê yekê de ku Xurmal wek yek ji qezayên bedew ên sînorê parêzgeha Helebceyê û Herêma Kurdistanê bê nasîn.

Herwiha hêvî xwest ku di pêşerojê de gelek proje û cihên din wek beşek ji qeza Xurmalê bên naskirin.

Her di heman merasîmê de, mamoste Erkan Hesen, bi helkefta destbikarbûna xwe wek yekemîn qeymeqamê qeza Xurmalê, spasiya amadebûyan kir û ragihand: Xurmal beriya Helebceyê qeza bûye û niha jî bi hevkariya parêzgara Helebceyê, kesayetiyan û dezgehên hikûmî û hizbî, em qonaxeke nû ya avakirinê û projeyên îdarî dest pê dikin.

Qeymeqamê Xurmalê eşkere jî kir ku: Bi ezmûna xwe ya 19 salî di warê qeymeqamtiyê û karê îdarî de, agahdarî pêdivî û kêmasiyên îdarî yên Xurmalê ye û tekez kir ku tevî destxweşiya li karên xizmetguzariyê yên berê, pêwîst e fermangeh û rêveberiyên wek perwerde û tenduristiyê pileya wan bo asta qezayê bê bilindkirin.

Di dawiyê de jî tekez kir ku qeza Xurmal, bajarokê Tewêle, Biyare û gundên Şarezûrê li xwe digire û divê xizmet werin kirin; herwiha kar ji bo dabînkirina mîlak û damezrandina kesên dilsoz û şareza yên navçeyê dikin û spasiya rola Qubad Talebanî, Wehab Helebceyî, Borda Hikûmetê ya YNKê, parêzgara Helebceyê û berpirsê melbenda Helebceyê kir di kirina Xurmalê bi qeza.

Hêjayî gotinê ye ku, qeza Xurmal dikeve sînorê parêzgeha Helebceyê û bajarokê Xurmalê navenda qezayê ye û pêgeha wê ya erdnîgarî bi nêzîkbûna ji deşta Şarezûrê û nêzîkbûna ji navçeyên çiyayî yên Hewraman û Tewêle û Biyarê tê naskirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket