Li Silêmaniyê Dîdara Dadperwerî ji bo Jinan birêve çû

Kurdistan 03:37 PM - 2026-11-23
Dîdara Dadperwerî ji bo Jinan PUKMEDIA

Dîdara Dadperwerî ji bo Jinan

Jin

Îro Duşemê 23yê Mijdara 2026an, di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan de, li Telarê Hunerê yê bajarê Silêmaniyê `Dîdara Dadperwerî ji bo Jinan` birêve çû.

Dîdara Dadperweriyê ji bo Jinan bi amadebûna Qubad Talebanî û beşek ji parlamenter û çalakvanên mafên jinan, ji aliyê Saziya (Vîjin) ji bo Lêkolînên Stratejîk û Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Ser Jinan û Malbatê ve hatibû rêkxistin.

Hevdem, çendîn gotar û du lêkolînên zanistî yên girîng derbarê astengiyên li pêşiya dadperweriyê û nirxandina kar û hewlên 10 salên borî yên ji bo pirsa jinan hatin pêşkêşkirin, bi armanca gihîştina pêşniyarên pratîkî ji bo parastina mafên jinan û xurtkirina lêpirsînê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike