Derbaz Kosret Resûl û Konsula Brîtanya dawî pêşhatên Herêmê gotûbêj dikin

Kurdistan 08:55 PM - 2026-11-23
Derbaz Kosret Resûl û Konsula Giştî ya Brîtanya Ragihandina Derbaz Kosret Resûl

Derbaz Kosret Resûl û Konsula Giştî ya Brîtanya

Îro Duşemê, 23-11-2026an, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Pêwendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl pêşwazî li Xanim Holly Vere, Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de her du aliyan li ser dawîtirîn pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê û helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Derbaz Kosret Resûl tekezî li ser wê yekê kir ku yekrêziya Herêmê bi rêya diyalog û qebûlkirina hev tê bidestxistin, ne bi paşguhxistina hev; ev yekrêzî jî bingeh e ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê ligel Bexdayê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike