Helebce... Nêrînek li rabirdûya qezayekê û dîtingehek ji bo paşeroja parêzgehekê

Kurdistan 10:12 AM - 2026-11-24
 Parêzgeha Helebçe PUKMEDIA

Parêzgeha Helebçe

Helebce

Di vê rojê de, berî 157 salan parêzgeha Helebceyê bû paytexta aştiyê û ji aliyê parlementoya Îraqê ve wekî parêzgeha çaremîn a Kurdistanê û parêzgeha 19.emîn a Îraqê nêzîkî heşt mehan e tê nas kirin.

Helebce bû parêzgeha 19.emîn ya Îraqê

Helebce, wek parêzgeha 19.emîn a Îraqê di rûniştina pêncemîn a parlementoya Îraqê de hat pejirandin.
Di 14ê Nîsana 2025an de, fraksiyona YNK û hemû fraksiyonên Kurd karîn dengên pêwîst ji bo bi parêzgehbûna Helebce wek parêzgeha 19emîn a Îraqê berhev bikin.

Pirojeyasaya bi parêzgehbûna Helebce

Li ser bingeha benda yekem a madeya (61) ya Destûra Komara Îraqê, Encûmena Nûneran a Îraqê ev qanûn derxist:

Yasaya Parêzgariya Helebçeyê li Komara Îraqê:

Madeya 1: Parêzgehek din bi navê Helebceyê dê li Herêma Kurdistana Îraqê were zêdekirin û dê bibe parêzgeha nozdehemîn a Komara Îraqê û dê bibe navenda navçeya Helebçeyê.

Madeya 2: Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dê sînor û yekîneyên îdarî yên parêzgehê diyar bike.

Madeya 3: Divê aliyên peywendîdar vê qanûnê bicîh bînin.

Madeya 4: Ev qanûn dê di roja weşandina wê di Rojnameya Fermî Rojnameya Îraqê de bikeve warê cîbicî kirinê.


Sedemên derxistina yasayê:

Ji bo berjewendiya giştî û ji ber pêşketina refah û nifûsê ku Helebce dîtiye,her wiha qurbaniyên gelê xwe û zirara madî, mirovî û jîngehê ya ku ji ber bombebarankirina welêt bi çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê rêjîma berê ve di Adara 1988an de çêbûye nas dike, û ji bo piştgirîkirina pêgeha wê ya cîhanî. Ji ber qurbaniyên ku daye, yasa hat derxistin.

Sînorên îdarî yên parêzgeha Helebce:

Li gorî nexşeyek ku ji aliyê Wezareta Pilankirinê ya Îraqê ve hatiye pejirandin, parêzgeh navçeyên Sîrwan, Xurmal, Biyare û Bemo li xwe digire û navçeya Helebce navenda parêzgehê ye.


Sînorên derve yên parêzgehê bi Komara Îslamî ya Îranê re û sînorên wê yên navxweyî bi parêzgehên Silêmanî û Diyala re ne.
Xurmal hîn jî wekî navçe tê navnîşkirin, her çend ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ew veguheriye qeza.

Serokkomarê berê yê Îraqê yasaya bi-parêzgehbûna Helebce pejirand

Roja 29.04.2025.an Dr. Letîf Reşîd, Serokkomarê Îraqê, di demjimêr 11:35ê sibehê de ku hevdeme digel kêliya destpêkirina kîmyabarankirina Helebce  mersûma yasaya bi parêzgehbûna Helebce îmze kir û mersûm radestî Nîzar Amêdî, berpirsê wê demê yê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê ku di heman demê de serokkomarê niha yê Îraqê ye û Nuxşe Nasih, Parêzgara Helebceyê kir.

Mersûm ji sê bendan pêk tê û têde Helebce bi awayekî fermî dibe 19.eehemîn parêzgeha Îraqê; divê aliyên peywendîdar biryarê cîbicî bikin û herwiha ji îro ve dikeve warê cîbicîkirinê de.

Yasa bi parêzgehbûna Helebce di Rojnameya Fermî de hat weşandin û cîbecî kirin

Yasa bi parêzgehbûna Parêzgeha Helebceyê di Rojnameya Weqay ya Îraqî de, di hejmara xwe ya 5ê Gulan ya sala 2025.an de hat weşandin û yasa kete warê cîbecîkirinê û Helebce bû 19.emîn parêzgeha Îraqê û çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê.

Di 13ê Adara 2014an de, Helebçe ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi fermî wekî çaremîn parêzgeha Kurdistanê hate nas kirin.

Parlemena Îraqê di 14ê Nîsana 2025an de li ser projeyasaya bi parêzgehbûna Helebceyê deng da, û Helebce bû parêzgeha nozdehemîn a Îraqê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike