Serokwezîrê Îraqê çend biryar derxistin
Êraq 11:17 AM - 2026-11-24
PUKMEDIA
Elî Zeydî Serokwezîrên Îraqê
Serokwezîrê
hikûmeta federal çend biryar dan û piştî nirxandina rapora komîteyên taybet yên
lêpirsînê yên li ser qaçaxçîtiya petrolê, dê rêkarên pêwîst werin girtin.
Sebah Numan,
berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê, çend biryarên taybet yên
Serokwezîr Elî Felih Zeydî ragihand.
Ew birgên
taybet bi Herêma Kurdistanê:
*Hemû
deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dê radestî Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê
bên kirin.
*Hêzên sînor
dê hemû deriyên ne fermî yên Herêma Kurdistanê yên digel welatên hevsê bigirin
bigirin.
*Hikûmeta
Herêmê nikare destûra hinardekirina petrol û berhemên petrolê bide, tenê bi riya
Wezareta Petrolê ya Îraqê nebe.
*Wezareta
Petrolê û Polîsên Wuze dê hemû zeviyên petrolê yên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û
Neynewa ku di bin desthilata ewlehiyê ya Herêmê de ne, vegerînin.
*Artêşa Îraqê
dê hemû riyên navber û qaçax yên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din
de bigire.
*Li xalên
kontrolê (bazgehên) yên deriyên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê, dê taqîgeh û qad;n
taybet ji bo pişkinîna berhemên petrolê bên dirustkirin.
*Karmendên
Wezareta Petrolê, Polîsên Wuzeyê û Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê dê li wan
xalên kontrolê bên bicihkirin, ji bo pişkinîna wê sotemeniya ku derbazî nav
Herêmê dibe.
*Desteya
Destpakiyê dê lêkolînê di petrola ku ji bo parzûngehên Baziyan û Kar tê şandin
û her weha di hinardekirina petrolê ya ji deriyên Herêmê de bike.
*Hemû
kargehên qîr û neftayê yên li herêmên nakok, di nav 6 mehan de dê bên
veguhestin bo bin kontrola ewlehiyê ya hikûmeta federal.
Di beşeke
din ya biryarên wan hatiye:
• Fermandarê
Polîsê Kerkûkê ji posta wî dûr xist.
• Dûrxistina
Serokê Desteya Deriyên Sînorî ji posta wî.
• Dûrxistina
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê ji posta wî.
• Dûrxistina
Fermandarê Polîsê Kerkûkê ji posta wî.
• Dûrxistina
demkî ya her yek ji rêveberên Kompanyaya Petrola Bakur û cîgirên wan.
• Bexşîna
Fermandarê Lîwaya Yekem ya Wuzeyê û cîgirê wî ji postên wan.
• Bexşîna
(efûkirina) Rêveberê Hewalgirî û xalên kontrolê yên Lîwaya Yekem ya Wuzeyê ji
postên wan.
•
Şermezarkirina Rêveberê Asayîşa Niştimanî ya Kerkûkê.
•
Şermezarkirina Rêveberê Hewalgiriya Niştimanî ya Kerkûkê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)

.webp)
Aplîkêşin

