Bahçelî: Proseya Aştiyê li ser bingeha çareserkirina pirsa Kurd destpêkiriye

Cîhan 02:01 PM - 2026-11-24
Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî Arti Gerçek

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî

Turkiye

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê pêvajoyê de got: Em ne parêzvaniya şer, lê parêzvaniya aştiyê dikin'.

Bahçelî ragihand ku qonaxa yekem ya pêvajoyê xurtkirina eniya navxweyî ye û tekez kir ku siyasetmedarê ku barê pirsgirêkên bingehîn yên civakî li ser milên xwe hîs nake, tenê behsa pirsgirêkan dike.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP), Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de derbarê rojevê de daxuyanî dan û li ser wê pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin jî nirxandin kir û ragihand ku pêvajo polîtîkayeke dewletê ye û got: Siyaseta dewletê ye, nexşerê diyare Em ne parêzvaniya şer, lê parêzvaniya aştiyê dikin û emê biratiya hezar salî hîn bêtir xurt bikin.

Bahçelî ragihand ku di dewleta hiqûqê de divê yasa bi awayekî wekhev li ser her kesî bên sepandin û bawer kir ku sazûmankirina dadmendiyê aştiya civakî û baweriya bi dewletê zêde dike  û her kesê ku dest dirêjî mafê bindest bike, emê wekî Zulfîqarê bi stûyê wî de bên xwarê.

 Bahçelî derbarê azadiya çapemeniyê de jî nirxandin kir û got: Divê çapemenî pabendî prensîbên exlaqî be û di nûçeyên xwe de objektîf be û got: Azadiya çapemeniyê heye û sînorên wê diyar in,divê prensîbên exlaqî neyên paşguhkirin'.

Bahçelî aşkere kir ku di hin saziyên medyayê de dijayetiya li hemberî gel û dewletê bi awayekî berbiçav derketiye holê û got: Rojnamevanê rastîn ew kese ku pênûsa xwe dixe xizmeta gel û heqîqetê ne ya berjewendiyan'.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike