Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê

Rêportaj 03:19 PM - 2026-11-24
Pêşangeha Fotografî Taybet

Pêşangeha Fotografî

Pêşangeheke fotografî a sê rojî bi navnîşana (Yek Cîhan) ji bo hejmarek ji fêrkarên Rojavayê Kurdistanê li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê hat lidarxistin, ev pêşangeh projeyeke hevbeş a navbera rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê (Mindałparêzî Kurdistan) û (Lens on Life) bû, ku tê de hejmarek ji fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê karîbûn bi rêya wêneyan çîrokên xwe vebêjin.

Husên Selah, yek ji beşdarên pêşangehê, ji rojnameya kutrdistanî Nwê re avixî û got: "Ez ji herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê me, ji sala 2021ê ve hatime Kampa (Barîke) û venegeriyame Rojavayê Kurdistanê. Ev çaremîn pêşangeh e ku ji bo me tê vekirin; di her çar xolan de beşdar bûm û min karî ezmûneke baş bi dest bixim. Ev pêşangeh berhema xoleke şeş mehan a wan rêxistinan e; wan em baş fêr kirin ku em çawa kamerayê bi kar bînin û çawa wêneyan bikişînin, û ji wê girîngtir ew e ku fêrî me kirin em çawa çîrokên nav kampan bi rêya wêneyan vebêjin."

Her wiha got jî: "Ji ber ku ez di her çar pêşangehan de beşdar bûm, niha wek mamoste beşdar im ne wek fêrxwaz, fêrxwazên ev xola pêşangehê hemû ciwanên Kampa (Barîke) ne ku nêzîkî 20 kesan dibin û temenê wan di navbera 15 û 23 salî de ye."

Aye Mihemed Selîm, keçeke 16 salî ye û cara yekem e kamerayê bi kar tîne, got: "Bi rastî ez kêfxweş im; bi pênc wêneyan beşdarî pêşangehê bûme. Di wêneyên xwe de behsa avahiyekê dikim ku di nav Kampa Barîke de ye û di serdema Sedam de zindan bûye, niha ew zindan bûye dibistan. Peyama wan wêneyan ew e ku jiyan çawa di navbera serdemên cuda de derbas dibe, û ji hemûyan girîngtir ew e ku em mirov dikarin zindanê bikin cihê avakirina mirovan."

Elî Adil Temo yê 18 salî, yek ji beşdarên din ên pêşangehê bûye, wî ji Kurdistanî Nwê re got: "Cara sêyemîne beşdar dibim, du wêneyên min di pêşangehê de hatin pêşandan. Bi saya xolan min karî baş kamerayê bi kar bînim û ez fêrî çêkirina fîlman jî bûme."

Her wiha got jî: "Wêneyên min behsa bê nasnameyiyê dikin; ez di nav kampekê de dijîm ku nasnameya tu cihekî li cem min nîne. Ma nabe wek mirovekî xwedî nasnameya xwe bim, di demekê de ku li vir tenê mafê îqameyê li cem min heye."

Renda Heysem Ferhan a 16 salî jî, her çend xwendekara amadeyiyê ye li dibîstana Berxwedanê li Kampa Barîke, lê heza wê ya fotografiyê gelekî heye. Wê ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Cara yekem e beşdarî pêşangehê dibim, bi pênc wêneyan beşdar im. Wêneyên min behsa hogirbûna mirovan dikin."

Her wiha got: "Afirandina derfetên fêrkirinê ji bo me ciwanan di nav kampê de û girtina destê me ji bo ku fêrî zanist û zanyariyan bibin, me kêfxweş dike û wisa li me dike ku em hest bi hebûna xwe bikin û xwe bibînin."

Foto: Kurdistan Save the Children
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike