Şewata Helebçe di navbera NASA û YASAyê de
Nêrîn 09:19 PM - 2025-08-23
Nivîskar: Jîner Mihemed
NASA di nûhtirîn raport
û analîza xwe ya derbarê karesata siruştî ya li Helebçeyê de, hevoka bûyer û êşek
e mezin bi kar tîne, lê rastiya êşê ji esman nayê hîskirin, belku koçerên li
zozanan wê yekê dizanin û hest bi wê yekê dikin; û akinciyên navçeyê jî wê yekê
têdigihin, ku ew tiştê şewitiye ne tenê darên di destê bav û kalan de ne;
û ne mîrata malbatên resen in, lê dîrok şewitandiye û rabirdûyeke dirêj jî digel
xwe biriye.
Lîstikvan (Sandra
Bullock) çîroka gotûbêjên xwe bi yekane gula di odeya xwe de vedibêje, û hemû axaftinekê
di tenahiya giyan de bi avedaniyek e mezin wêne dike, eger hêza gulekê di nav sarincokê de ji bo axaftinê ewqas
mezin be,gelo wê demê; hêza qêrîna hemû daristan,dar û şitlên Helebçeyê çend bû;
ku di rewşa dişewatê de dengê wê gihîştiye esmanan;pêwîste ew çiqas mezin be? Ev êşek e ku tenê xelkê Helebçe û qehremanên bi hêza amêrên
vemirandinê yên xwe mijûlî vemirandina şewatê bûn; û du mêrxasên wêrek ji bo bi
dawîanîna wê şewatê,şewitîn û şehîd bûn.
Diyarîkirina navnîşan û
girêdana (NASA) bi yasayê re, eger beşa yekem girêdayî nirxandin û çavdêrîkirina
ziyan û encamên wê yên metirsîdar yên bûyerê be,wê demê beşa duyem jî ji bo
pêdaçûnek e cidî ya navxweyî ye; ya bi wê yasayê û rêziknameyan e ku di encamê
de bi xemsarî yan bi zanbûn be;bi çavkaniya karesatek e siruştî ji wê cûrê.
Rastî ew e ku eger
rêzgirtin ji bo jîngeh û parastina çavkaniyên jîngehê yên welêt di warê
berpirsiyartiya rewiştî û nirxên bilind yên neteweyî de neyê parastin,wê demê bi zorê û hêza yasayê; pêwîste sinorek ji bo bûyerên
bi vî rengî bên danan.
Ya rast ew e ku heya
niha nayê zanîn ka sedemên rûdana vê şewatê çavkaniyên xwe ji çi wergirtine;di
encama xemsariyê de ye ; yan bi zanabûn ew buyer hatiye dirustkirin, her kijan
ji wan be jî; pêwîste di pêşerojê de mekanîzmayên çavdêrîkirinê werin zêdekirin;
daku bûyerên bi vî rengî carek e din dubare nebin.
Her weha piştî bi parêzgehbûna
Helebçe, pêwîste tîmên parastin yên şaristanî ji aliyê çavkaniyên mirovî û çi
ji aliyê alav û kelûpelên pêwîst ve, bi awayekî hevçerx alîkariya wan bên
kirin.
Ji ber ku çênabe Helebce
ya gelekî navdar e bi pirbûna rêjeya keskatî û darên xwe, bi şewatek e wisa bibe
sedema wêrankirina jîngehê û bibe û navçeyek e geştiyariyê ya girîng bibe
qurbanî.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11



Aplîkêşin

