Mam Celal navûnîşana siyaseta Kurd a serkeftî
Nêrîn 06:46 PM - 2025-10-02
Bi boneya 8emîn salvegera malavayiya rewanşad serok Mam Celal Talebanî wek rêberekî mezin ê gelê kurd ku di deriyekî fereh kete dîroka kurd û Kurdistanê û bû sembola neteweya kurd û navûnîşana siyaseta kurd a serkeftî, eve jî bi şahîdiya ronakbîr û serkirde û yar û neyarên Kurdistanê, bi vê boneyê dixwazim bêjim ku Kurd û Kurdistan ji her wextî zêdetir pêwîstî bi siyaset û ramanên Mam Celal heye.
Kurd bi wê yekê tên naskirin ku mirovên wêrek û canfîda, pêşmerge û şervanên qehreman in. ez nizanim çima? û heya niha ez pê difikirim ku gelo çima dibêjin kurd di siyasetê hertim şikestine û bi dirêjahiya dîrokê de biserneketine û nekarîne berevaniyê û parastinê li mafên xwe bikin, ez nizanim ev gotin a yarane yan ê neyaran e. Carna ez wê yekê jî difikirim ku gelo em kurd çima hevdû bilind nakin û pişta hevdû nagirin. Çendîn serkirde û rêber di dîroka kurdan de navê wan derketine ku piştî demek dirêj bi serde çûye ji nûve kurdan bi qencî behsa wan kiriye lê dema meriv wê serdemê dixwîne meriv dibîne ku giliyê xelkê jî hebûne, nizanim belkî tiştekî diyalektîk be jî `her tiştê nû yê kevin red dike` û ewa nû jî piştî demekê ku ya kevin red dike careke din vedigere ser ya kevin û `dibêje welahî ewên berya me şaş nebûn belkû rastiya civak û dîrokê û yar û neyaran weha bûye`.
Carna dema ku dixwazim dema bihorî û dîrokê bixwînim û jê fêm bikim, ez bi dema niha re tînim berhev û taze jê fêm dikim. Ev çend salin xebat û tekoşîn û siyaset û ramanên serokê mezin rewanşad Mam Celal dixwînim û dişopînim, zêdetir nêrîn û helwestên siyasiyan ên derveyî kurd li ser Mam Celal dibînim ku, take serkirde û rêberê ku kariya siyaseta kurd biserxîne û rastiya kurdan bi cîhanê dayê naskirinê ye.
Mam Celal take serkirdeyê kurde ku kariye dujminan lihev bîne û dostan dilxweş bike, Mam Celal take rêber û serokomarê welatiyekî erebî ye kû bi nasnameya Kurdî ew serokatiya kiriye, raste gelek kurd bûne serok û serkirde lê ne bi nasnameya kurdewarî û nekarîne xizmeta gelê xwe bikin. Lê Mam Celal ew karîzme bûye ku karî di kombûna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi zimanê şêrîn ê Kurdî li hemberî cîhanê biaxive û bêje em kurd û Kurdistanî ne.
Mam Celal her çiqas xizmeta başûrê Kurdistanê kiribe, ewqasî xizmeta bakûr û rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û bi cavekî li herçar parçeyên Kurdistanê temaşe kiriye û digot: Kurdistan wek xaniyekî çar odeye û bi yekîtî û hevgirtinê kurd wê bighêjin mafên xwe yên rewa.
Hezar rihme li we bin ey serok û rêberê mezin Mam Celal Talebanî û raman û hizir û tekoşîna we dê her di giyanê me de zindî bimîne.
Nivîs: Dawûd Çîçek
PUKMEDIA/Xelat
zêtir bibînin
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11



Aplîkêşin

