Em giştî dixwazin
Nêrîn 03:50 PM - 2026-07-28
Gelê Kurdistanê gelekî kedkar, fedakar û cefa dîtiye ku
hêjayî hemû qerebû (tezmînat) û dilniyaziyê ye; hikûmet, partî û saziyên fermî
erka wan e ku vê xizmetê pêk bînin û bê kêmasî û kêmkirin pê ve girêdayî bin.
Heke qonaxekê ji rêça jiyana me ya giştî de karekî baş bûya,
gel spsdarê hikûmetê bûya û baş bûya ku rojnamegerî û deriyên giştî yên medyayê
destxweşiyê li hikûmetê bikirana ku erkê xwe yê xizmetê bi cih tîne; ji ber ku
hikûmdariya kurdî nû ye û piştgirî û teşwîqê dixwaze heta ku li ser piyan
disekine û piştevanî û handana xwe xurt bike heta ku li ser piyên xwe radiwestê
û pişta xwe qayîm dibê.
Ev ne merc e ku heta dawiyê bibe çandeke giştî û
bêhesab. Heke biryar e ku em xwedî ezmûneke têr û tijî ya sazûmanî bin, divê
saziyî karên pisporane bimeşînin: Hikûmet, hikûmeteka xizmetguzar be; parlament
yasadaner be û çavdêr be û sazî û dikanên dadgehê jî ji bo veqetandina
desthilatdariyan, serweriya yasayê û xurtkirina welatiyên ku me got di
derbazbûyî de di têkoşîn û fedakariyê de kêmasî nekiriye û dema wê ye ku sed
qat xizmetê lê bikin, bin.
Pêdagirî li ser banê bilind ê hikûmdarî û standarda hêjayî
gelê kurd, ne çavbirçîtî, qurretî û serbilindî ye, belku helwêsta herî baş a
niştimanî û neteweyî ye; ji ber ku xwediyên vê tezê di daxwaz û bîrvebirinê de
ewqasî ji xwe û miletê xwe bawer in ku divê tiştekî me kêmî qewm û qebîleyên
derdorê û dûr û dirêj tune be.
Gelê Kurdistanê ne kerr, ne kûre û ne jî di pirtûkên
çarenûsê de hatiye nivîsandin ku qedera wê her bibe bin dest û welatiyê pileya
duyem ê hevçerx.
Bav-kalên damezirîner ên kurdayetiyê ew xeyal kirine û
manîfestoya têkoşîna xwe bi wê nefesa bilind nivîsandine ku têkoşîn realîst be,
lê endêşeya destkeftiyan ewqas bilind be ku serên mezin ên cîhanê ji wê zêdetir
nexwazin.
Piştî nêzîkî çil salan ji xwebûn û xwebixweyî yê, kurdewarî
qet neçar nîne ku di navbera maf û daxwazên xwe de biqîre û ji nav du mafan de
dest ji çendên din berdê û ji ber nan dev ji azadiyê berde û ji ber azadiyê
nanê hişk bixwe. Kal û bavan kir û zehmetî li şûna xort û keçên xwe jî
kişandin; ne maf e ku em nirxa xwîn, xwêdan û rondikan (hêsirên) wan ewqas
erzan bikin ku encama dirûnê ne wekî keda ser mil be.
Em miletekî umêdkarin, em hemûyan dixwazin, bi qerebûya dema
berê re jî. Ji zimanê romanivîsê îranî (Mehmûd Dewletabadî) ve tê gotin ku
gotiye: "Em azadiyê dixwazin û xwîneke din a me nîne ku em bibexşînin û
bidin."
Em rêzê li keda pêşiyan digirin, ji ber wê yekê em herî zêde
ji bo ciwanên xwe dixwazin; keç û xortên Kurdistanê jî mafê wan e ku naz bikin
û erka me ye ku em nazê wan bikşînin. Rêya vê yekê û rastîpêkanîna avakirina vê
armancê çawa ye? Ew teheda û grewa rojane ye ji bo hikûmet û ji bo destebijêrên
welat.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
Kurdistan 07:28 PM - 2026-09-10 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11



Aplîkêşin

