Pirsgirêka Kurd bi gotinên kîndariyê çareser nabe

Nêrîn 05:52 PM - 2026-08-16
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Her kesê ku karûbarên Sûriyê bi giştî, û karûbarên Kurdan bi taybetî dişopîne, dikare bi hêsanî fêm bike ku rewşa navxweyî ya welêt ber bi ne diyarbûnê ve diçe, ji ber yekdestdariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser desteserkirina desthilatdariyê di dewletê de û birêvebirina saziyên wê yên veguhêz;dûr  ji beşdariya rastîn ya pêkhateyên din yên neteweyî, û ji ber hêdîbûna wê di pêkanîna pêngavên tevlîbûnê de li herêmên Kurdî, û nexwestina wê ji bo pêkanîna bendên peymanên ku bi fermî di navbera wê û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) de hatine îmzekirin, bi taybetî, peymana 29ê Çileya 2026an ku ev yek bûye sedema zêdebûna fikar û tirsê li herêmên Kurdî, ku rêveberiya leşkerî ya wan niha ku ji hêla HSDê ve tê bi rêvbirin,û rêveberiya wan ya sivîl ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, li benda ragihandina fermî ya hilweşandina xwe ye piştî temambûna pêvajoya tevlîbênê, ku şêweyê dawî yê wê ji bo rêveberiyên neteweyî yên ku Kurd li herêmên xwe dixwazin hîna ne hatiye zelalkirin lewra divê taybetmendiya Kurdan li ber çavan bigire.

Tevî girîngiya wê, tenê pişta hikûmeta demkî bi piştgiriya derve ve girêdaye û bi tevahî paşguhkirina pirsgirêkên navxweyî, nemaze pirsgirêka Kurdî, dê welêt negihîne cihê ku Sûrî ji hemû ol û neteweyan dixwazin,ew kesên ku deh sal û nîvekê berê bi singên xwe yên tazî daketin kolanan û daxwaza azadî û rûmetê kirin,dibe ku îro di nebûna rêjîma Beis ya xwînxwar de Sûrî bêhna azadiyê dikişînin;lê mixabin, rûmeta wan hîna jî ji ber xizanî, birçîbûn û bê parbûna ji pêdiviyên herî bingehîn yên jiyanê, wek av,kareba û derfetên kar, ji bilî bêkariya berfireh, bihayên bilind û belavbûna revandin,kuştin û diziyê, bargiraniyê dikişîne,li ser vê yekê, komên çekdar careke din xwe azad kirine û bermahiyên komên terorîst yên tundrew ku têkiliyên wan bi hêzên biyanî re nehatine qutkirin, dîsa çalak bûne û li gorî ajendayên xwe bi eşkereyî tevdigerin;bi taybetî di derbarê pirsgirêka Kurd de,ew her pêşveçûn yan pêşketinek, çiqas piçûk be jî, ber bi dayîna mafên rewa yên Kurdan ve dişopîne daku lezê bidin lidarxistina mîtîng û xwepêşandanan û şaneyên xwe yên razayî hişyar bike daku li dijî Kurdan bixebitin û tometên herî dijwar li dijî wan biavêje, heya ku destûrê bide rijandina xwîna wan,û banga raguhastin û sirgûnkirina wan bike û rê li ber vegera wan bo deverên xwe yên ku ew bi neheqî nêzîkî deh sal berê ji wan hatine koçberkirin bigire.

Kiryarên dawî yên hindek komên çekdarên kîndar, li ser navê eşîrên Erebî, bi danîna (konên şer) û ragihandina seferberiyeke eşîrî di ronahiya rojê de li dijî hebûna gelê Kurd li Sûriyê,û êrîşa hovane ya li ser Kurdên koçber yên vedigeriyan bajarê Serê Kaniyê û ser malên xwe, piştrast dike ku rewş ber bi xiraptir ve diçe,eger hikûmeta demkî destpêşxeriyê neke û pabendî peymanên xwe yên bi HSDê re îmzekirî be û sozên xwe yên vegerandina koçberan ji bo cih û warên wan bi rûmet, bi taybetî yên ji Serê Kaniyê û Girê Spî û koçberên Efrînê yên mane bicîh neyne.

Her weha ev hikûmeta demkî ji hêla yasayî û exlaqî ve jî pêwîste ku komên çekdar yên Şovenîst yên ku bi eşkereyî banga astengkirina beşdarbûna Kurdan di rêveberî û saziyên dewletê de dikin, kontrol bike û destpêşxeriyek lez bigire daku diyalogek neteweyî ya cidî bi nûnerên rastîn yên gelê Kurd re veke ,bi taybetî, bi şandeya Kurd re ku di 26ê Nîsana 2025.an de ji konferansê derketibû, daku pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek neteweyî û welatparêzî gotûbêj bikin, ne tenê wekî mijarek ya kargêrî yan erkdarî, divê bi vîneke neteweyî ya yekgirtî bigihîjin nêrîneke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Sûriyê, û bi hevre kar bikin daku çareseriyê di destûra nû ya Sûriyê de bicîh bikin.

Dozek neteweyî ya dadperwer ya bi vê rengî, piştî netewa Ereb,Kurd duyemîn koma netewa ya herî mezin ya welêt eleqedar dike, ku bi piranî li herêmên xwe yên dîrokî yên Cezîre, Kobanî û Efrîn kom bûne,tê texmînkirin ku hejmara wan ji (15%) zêdetir ji tevahiya nifûsa Sûriyê û wan ji pêşkêşkirina tiştên herî hêjayî û bi nirx ji bo serxwebûn û geşbûna welatê xwe, Sûriyê, paşve gav neavêtine ev pirsgirêk bi riya îqnakirinê,tenê nayê çareserkirin û bi dayîna hindek post, kar û kursiyên parlemanî ji bo dûrxistina yên din, yan jî bi rêbazên çavtirsandin, zorê û bikaranîna hêzê,û belavkirina gotinên kîn û nefretê û bi karanîna hêzê li dijî vê pêkhateya resen, di rastiyê de eve ku ev rêbaz di seranserî serdema rejîma Beisê ya hilweşiyayî de wek têkçûn derketin holê û encama alîgirên wan armanc dikirin jî bi dest nexistin ku ew li ser bidawîanîna hebûna Kurdan ,ew  kesên ku ew zihniyet diparastin çûn,lê doza Kurd bi dadwerî û rewatiya xwe her xurt maye, ji ber vê yekê, ji bilî ku her kes bi hevre ji bo avakirina Sûriyeyek ya demokratîk, piralî û ne navendî kar bike,çi bijardeyek din li pêşiya wan nîne ku destûra wê ya nû mafên hemû komên pêkhateyên wê bi bê îstîsna, bi taybetî mafên gelê Kurd gerantî bike.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket