Rojava di navbera lojîka (Hemû Yan Hîç)

Nêrîn 02:32 PM - 2026-08-31
Letîf Nêrweyî

Letîf Nêrweyî

Rojavayê Kurdistanê di navbera lojîka (Hemû Yan Hîç) an siyaseta (Pêngav bi Pêngav)

Ezmûn û encama pirraniya şoreşên gelê Kurdistanê di dirêjahiya tevgera rizgariya neteweyî ya gelê Kurdistanê de vê rastiyê piştrast dike, ku siyaseta (yan hemû, yan hîç) siyaseteke lojîkî (mentiqî) û serketî nebûye û encama beşekî zêde ji wan şoreşên ku ev siyaset pejirandine para (hîç) bûye, ji ber wê, eger em bi vê pîvanê nirxandinê ji bo rêkeftina Rojavaya Kurdistanê bi hikûmeta Şamê re bikin, em ê bi çavekî rexnegir nirxandina wê nekin, belkî bi çavê siyaseta rastbîn (realîst) û li ser bingeha baweriya bi xebata (pêngav bi pêngav) nirxandina wê dikin, ji ber ku Rojavaya Kurdistanê tenê du vebijêrk li pêşiya xwe hene:
Vebijêrka yekem: Pejirandina siyaseta (lîstika sifir) wate (yan hemû yan hîç), ku ev yek pêdivî bi çend regezên navxweyî, herêmî û navneteweyî heye, lê di vê demê de ew regezane di berjewendiya hikûmeta Şamê de ne ne ku kurd, ji ber wê, eger kurd vê vebijêrkê hilbijêrin wê demê bi destvala derdikeve û balansa wê nêzîkî (sifir) bibe.

Vebijêrka duyem: (Lîstika ne sifirî), ku li ser bingeha lojîka tiştê ku mimkun e û di şiyanê de ye ku bê bidestxistin, ev vebijêrk drustir e û çend mafan ji bo kurdan peyda dike û hilbijartina vê vebijêrkê ji aliyê General (Mezlûm Ebdî) ve, di encama sûdwergirtina ji ezmûn (tecrûbeya) şoreşên din ên gelê Kurdistanê de bûye û ji wê rastiyê fêm kiriye ku xebata siyasî nabe tenê li ser yek kartê û di qonaxekê de kom bibe. Çima? Ji ber ku ezmûneya dîrokî ji me re dibêje ku rêkeftin di berjewendiya misogerkirina beşekî ji mafên neteweyî de gelek jîrane û çêtir e ji vebijêrka redkirina rêkeftinê û windakirina her tiştî ku dibe sedema:

-Windakirina piştgiriya navneteweyî

-Zêdebûna gefên derve û navxweyî

-Avabûna valahiyeke ewlehiyê

-Çaresernebûna pirsa bi sed hezaran koçber û çendîn pirsgirêkên din ên îdarî û xizmetguzariyê û berdewamiya metirsiyê li ser jiyan û mal û milkên welatiyên kurd.

- Çaresernebûna pirsa nasnameyê ku heta niha jî beşek ji kurdan ji xudantî û milkdariyê bêpar in.

Ji ber wê, vebijêrka duyem wekî nexşerêya vê qonaxê kete warê cîbicîkirinê û şêwaza xebata çekdarî bi dawî dibe û qonaxa xebata parlamenterî, yasayî û destûrî dest pê dike û derfetê ji bo hemû aliyên siyasî yên Rojavaya Kurdistanê jî vedike ku di xebata nû de beşdar bibin û bi vê yekê jî her tiştê di şiyanê de be ji bo gelê kurd li Sûriyê peyda bikin, ku ev yek derfetê dide da ku em bigihin van armancan:

- Fermîkirina naskirina zimanê kurdî mil bi milê zimanê erebî li wî welatî, ku ev xewneke kevnar a gelê kurd bûye li wî welatî, ku bi dehan salin li benda wê rojê bûn.

- Fermîkirina proseya perwerde û xwendinê li navçeyên kurdî yên wî welatî, ku ev pêkanîna mafekî rewa yê gelê kurd bû li wî welatî, ku berê wekî welatî jî serderî bi beşekî zêde ji kurdên Sûriyê re nedikirin.

- Beşdariya kurdan di hikûmeta navendî de li ser bingeha neteweyî.

- Diyarkirina pişkek ji endamên encûmena niştimanî ya wî welatî li ser bingeha neteweyî ji bo kurdan.

- Ji aliyê leşkerî ve jî, rêkeftin bi wateya danîna çekan nayê, belkû ew çekên ku şoreşa xwe pê kirine, di bin navekî nû de li milê şoreşgeran de dimînin û dibin beşek ji artêşa wî welatî, lê belê çareserkirina pirseke aloz û hestiyar a wekî pirsa kurd li wî welatî, bê guman dê bê kêmkurtî nebe û di asta daxwaza gelê kurd de nabe, ji ber wê asayiye ku rexne lê bê girtin. Tiştê neasayî ew e ku dengek hebe ku rêkeftinê bi temamî red bike û di demekê de ku ti alternatîfekî çêtir ji bo wê pirsê tune be.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket