Elî Zeydî: Em ê dosyayên mayî bi Herêma Kurdistanê re bidawî bikin
Êraq 01:36 PM - 2026-07-09
PUKMEDIA
Elî Zeydî serokwezîrê Îraqê
Serokwezîrê Federal Elî Faleh el-Zeydî tekez kir ku li
pêşiya kesên gendel de u rê tune ye ji bilî ku pereyên dizîne vegerînin, ji ber
ku ew pereyên gelê Îraqê ne.
Serokwezîr di hevdîtinekê de ligel kanala Al Arabiya got: Me
di mijara rûbirûbûna dosyayên gendeliyê de tu bijartî nekiriye, ji ber ku ew
dozeke tawanbarî ye û tu têkiliya wê bi mezhebperestî, neteweperestî yan jî alîgirbûnê
din re tune ye. Em ê li peyçûna kesên bi gendeliyê tawanbar in berdewam bikin.
Srûştî ye ku ji aliyê kesên zirar dîtine û nîgeran in ve, yên ku nerazîbûna xwe
li hemberî van pêngavên qanûnî nîşan dane, bertek hebin.
Her wiha anî ziman: Di hewldanên me yên ji bo parastina
xizineya giştî de tu xetên sor tune ne, û ji bo kesên di gendeliyê de pîs bûne
tu îstîsna nîn in û tu rê tune ye ji bilî ku pereyên dizî vegerînin, ji ber ku
ew pereyên gelê Îraqê ne.
Serokwezîr zelal kir: Hevkariya di navbera hikûmet û
dadweriyê de di asteke bilind de ye, û armanca me yek e, ew jî vegerandina
pereyên gelê me û parastina mafên wan e. Me ligel grûpan dest bi diyalogê
kiriye, û dê karê wan paşê derbasî qada siyasî û civakî bibe. Piştî bi dawîbûna
demê, dê çek bi temamî di destê saziyên fermî yên dewletê û hêzên wê yên çekdar
û ewlehiyê yên peywendîdar de be.
Got jî: Derengketina barên dolarî bi astengiyên ku ji rewşa
navçeyê û tevgera geştên esmanî derketine ve girêdayî ye. Ligel arambûna rewşê,
radestkirina pereyên nextî li gorî xişteya demî ya ku ji berê de hatibû
diyarkirin, destpê kir. Em ê hevkariyeke siyasî û hevkariyeke aborî di navbera Îraq
û Dewletên Yekbûyî de rabigihînin. Her wiha em her dem hewl didin ku rewşeke
nêzîkbûnê di navbera Amerîka û Îranê de ava bikin.
Gotinên xwe berdewam kir: Em hewl didin ku ligel Keyaniya
Erebistana Siûdî hevkariyeke aborî ava bikin, ji ber ku ew ji bo me kûrahî ye,
her wekî ku Îraq jî ji bo wê kûrahî ye. Îraq ji welatên damezrîner ên rêxistina
OPECê ye û dê jê dernekeve, lê em li pey parvekirineke dadperwer û wekhev a
berhemhênanê ne.
Serokwezîr di dawiyê de got: Em ê bikaribin dosyayên mayî
yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bikin, ji ber ku em bi paşxistina
pirsgirêkan bawer nakin, belku bi çareserkirina wan bawer dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

