Serokkomar: Pirrengiya olî û çandî ji bo Îraqê çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye
Êraq 01:34 PM - 2026-07-13
Ragihandina serokkomar
Serokkomar bi Patrîk Mar Pawlosê Sêyem Nona re civiya
Serokkomarê Îraqê birêz Nîzar Amêdî îro Duşemê 13ê Tîrmeha
2026an, li Koşka Bexdayê, pêşwazî li Patrîkê Dêra Keldanî li Îraq û cîhanê Patrîk
Mar Pols Sêyem Nona, Metranê Sereke yê li Hewlêrê ya Keldanî Metran Beşar Metî
Werda û şanda bi wan re kir.
Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateya Mesîhî li Îraqê û rêyên
xurtkirina hebûn û rola wan a neteweyî hatin gotûbêjkirin. Her wiha hejmarek
mijarên hevbeş hatin nirxandin û tekezî li ser giringiya parastina cihêrengiya
çandî û olî ya ku Îraq pê dewlemend e hat kirin.
Serokkomar anî ziman ku cihêrengiya olî û çandî ya li Îraqê,
jêderê hêz û dewlemendiya civakê ye. Wî tekez kir ku divê nirxên hevwelatîbûn û
pêkvejiyana aştiyane û çanda diyalogê werin çespandin da ku yekbûna welat û
rûmeta hemû pêkhateyan were parastin.
Amaje bi we kir ku endamên pêkhateya Mesîhî di dirêjahiya
dîroka Îraqê de beşdarî di proseya avakirin û geşepêdanê de kirine û di warên
cuda yên aborî, zanistî û çandî de xwedî roleke çalak bûne. Wî diyar kir ku
peydakirina jîngeheke guncaw ji bo beşdariya wan a çalak di proseya geşepêdanê
de û sûdwergirtina ji ezmûn û şiyanên wan giring e, daku piştgiriya avakirina
dewletê û geşepêdana berdewam were kirin.
Ji aliyê xwe ve, Patrîk Mar Pols Sêyem Nona spasiya xwe
pêşkêşî Serokkomar kir û girîngîdana wî ya ji bo piştgiriya hemû pêkhateyên
gelê Îraqê bilind nirxand. Wî tekezî li ser berdewamiya hewldanên nîştimanî bo
çespandina nirxên biratî, pêkvejiyan û aştiyê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

