Îraq û Amerîkayê di warê aborî de serdemeke nû dest pê dikin
Êraq 01:04 PM - 2026-07-15
PUKMEDIA
Serokwezîr Elî Zeydî û serok Donald Trump
Serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Felih el-Zeydî bo Waşintonê dê
bibe sedema îmzekirina gelek yadeştnameyên têgihîştinê li ser sektorên cuda yên
aborî.
Piştî hevdîtinekê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump li
Qesra Spî li Serokwezîr el-Zeydî piştrast kir ku gotûbêj li ser xurtkirina
têkiliyên dualî, berfirehkirina hevkariya aborî û lêkolîna derfetên beşdarbûna kampaniyên
Amerîkî di projeyên pêşkeftinê de li Îraqê, bi taybetî di sektora petrolê de
hatine kirin. Amaje bi wê jî kir ku armanca serdana wî avakirina hevkariyek
aborî ya xurt e, û girîngiya hebûna aborî ya Amerîkî û pêwîstiya têkiliyên
civakî yên bihêz ji bilî hevkariyên leşkerî ji bo piştgiriya pêşkeftina aborî
tekez kir.
El-Zeydî eşkire kir ku hevkariya di navbera Îraq û Amerîkayê
de wekî girêdanek di navbera yek ji şaristaniyên herî kevin ên cîhanê, ku ji
hêla Îraqê ve tê temsîlkirin, û dilê aboriya cîhanî, ku ji hêla Amerîkayê ve tê
temsîlkirin, bi balkişandina ser derfetên ku sûdê didin hem gelê Îraqî û hem jî
yê Amerîkî, xizmet dike. Wî destnîşan kir ku Îraq ji bo derbaskirina
pirsgirêkên aborî û teknolojîk hewceyê hevkarek stratejîk wek Amerîkayê ye.
El-Zeydî destnîşan kir ku kampaniyên Amerîkî dê bikevin
bazara Îraqê, û tekez kir ku Îraq dixwaze di OPECê de para xwe ya adil hebe.
Hikûmet, li gorî armancên xwe yên diyarkirî, dixwaze bi kampaniyên
Amerîkî yên pispor di pêşvebirina zeviyên petrolê û veberhênana gazê de yadeştnameyê
têgihîştinê û peymanên hevkariyê îmze bike. Her wiha armanc dike ku hevkariya
di navbera Banka Navendî ya Îraqê û yedeka Federal a Amerîkayê de xurt bike da
ku piştgirîya nûhkirina pergala bankayê bike û şefafiyeta darayî zêde bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir
ku hevkariya di navbera wan û Îraqê de xurt û saxlem e, her weha pesna hewl û
gavên ku ji hêla Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî ve hatine avêtin da, û piştrast
kir ku planên vekişîna hevpeymaniya navneteweyî bi rêkûpêk dimeşin.
Trump got, Ji bo min şerefek mezin e ku ez mîvandariya
Serokwezîr dikim, û destnîşan kir ku "bandora el-Zeydî dê ji Îraqê wêdetir
dirêj bibe, û ew ê li Rojhilata Navîn bibe rêberek.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

