Îran daxwaza 11 milyar dînar qerz ji Îraqê dike
Êraq 11:09 PM - 2026-07-26
PUKMEDIA
Îran û Îraq
Piştî ku Elî Zeydî bi serdaneke fermî gihîşt Tehrana paytexta Komara Îslamî ya
Îranê û ji aliyê berpirsên bilind ên wî welatî ve hate pêşwazîkirin, di
hevdîtinên wî de gelek gotûbêjên aloz çêbûn, bi taybetî derbarê pirsa deynên
gaza Îranê û mîsogerkirina derbasbûna keştiyên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmuzê
re.
Li gorî wan agahiyên ku medyayên Îraqî belav kirine, di
gotûbêjan de Îranê red kiriye ku bi awayekî fermî razîbûna xwe bide derbasbûna
keştiyên bazirganî yên Îraqê di Tengava Hurmuzê re, û ew mijar girêdayî
helwêsta siberojê ya hikûmeta Îraqê ya têkildarî dosyayên Îranê kiriye.
Di vî warî de, qenala El-Hure bi zarê du çavkaniyên Îraqî
yên agahdar, ku yek ji wan nêzîkî serokwezîr e û a din jî dîplomat e, belav kir
ku aliyê Îranî daxwaz ji Bexdayê kiriye ku nêzîkî 11 milyar dolarî bide wê, ku
ev şayesteyên dararyî yên kelekeboyên salên borî yên hinardekirina gaza Îranê
bo Îraqê ne.
Çavkaniyan her wiha anîn ziman ku Zeydî ji berpirsên îranî
re ragihandiye ku niha Îraq xwediyê şiyanê nîne ku ew mîqdarê drav dabîn bike,
di beramber de pêşniyar kiriye ku milyarek dolar ji wan dravên ku wekî
şayesteyên Haciyên Îranî li Siûdiyê hatine danîn bide, lê Tehranê ew pêşniyar
red kiriye û sor bûye li ser wê yekê ku şayeste rasterast bidin xwe.
Wan her wiha eşkere kir ku vê yekê derxist holê ku gotûbêjên
di navbera her du aliyan de pir ji ya ku di daxuyaniyên fermî de hatine xistin
aloztir bûn, bi taybetî ji ber ku Îraq ji ber cezayên Amerîkayê di veguhestina
drav bo Tehrana bi rêya sîstema bankî ya navneteweyî re rûbirûyê zehmetiyan
bûye.
Di pirseke din de, Bexdayê hewil daye garantiyê ji Îranê
werbigire ku rê bide keştiyên petrolê yên Îraqê bê pirsgirêk derbasî Tengava Hurmuzê
bibin, dûrî her tedbîreke ku bibe sedema têkbirina tevgera deryavanî ya li
herêmê. Li gorî çavkaniyekî nêzîkî serokwezîr, Mesûd Pizîşkiyan, Serokkomarê
Îranê, ji Zeydî re ragihandiye ku arasteyek heye ji bo derxistina Îraqê ji her
tedbîreke ku bandorê li ser tevgera keştiyên neftê bike, lê dema ku aliyê Îraqî
daxwaz kiriye ku ev derxistin bi awayekî fermî di daxuyaniya hevpar a serdanê
de bê bicihkirin, Tehranê ew red kiriye.
Ev pêşhat di demekê de ne ku Îraq ji bo hinardekirina petrola
xwe bi rêjeyeke mezin xwe dispêre Kendavê û pêdiviyeke wê ya mezin bi gaz û
ceryana Îranê heye, û ev yek hevdem e ligel berdewamiya zextên Amerîkayê ji bo
kêmkirina piştbestin bi Tehranê re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

