Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27
AI PUKMEDIA
Wêneyê AI
Pirsgrêka bidawîhatina erkên hêzên hevpeymanan li Iraq û
Herêma Kurdistanê, babeteke pir alî ye ku rasterast bandorê li ser danîna
stratejiya berevaniyê û ewlehiya neteweyî dike, ji ber ku Iraq û Herêma
Kurdistanê di nav 10 salên çûyî de hevparekî sereke û cihê baweriyê yê hevpeymaniya
navneteweyî bûn di şerê li dijî terorê de.
Biryara bidawîhatina erkan, rewşeke cuda li navçeyê tîne
holê, ji ber ku ev hêz di sala 2014an de li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û ji bo
rûbirûbûna metirsiyên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin navçeyê, rola sereke di
parastin û aramiya navçeyê de lîstin û hebûna wan di gelek aliyan de bi bandor
e.
Li ser vê pirsê, me gotina ferîqê yekem ê xanenişîn (teqawît) Cebar Yawer, pisporê karûbarên leşkerî û ewlehiyê wergirt û dibêje: Rêkeftinek di navbera hikûmeta Iraqê û welatên Amerîka û hevpeymaniya navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DAIŞê de heye, ev rêkeftin piştî gotûbêjeke dûr û dirêj di dema hikûmeta Mistefa Kazimî de hate pesendkirin û erkê wan diqede.
Rêkeftina Iraq û Hevpeymanan
Hevpeymaniya navneteweyî bi serokatiya Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê ku nêzîkî 70 welat tê de beşdar in, di meha 8an a sala 2014an de hate avakirin, lê belê berî salekê û her li gorî vê rêkeftinê erkê wan li başûr û navenda Iraqê bi awayekî diyar di meha 9an a sala 2025an de bi dawî hat, lê ew kamp û tîmên ku li Kurdistanê bûn man, ew jî bi rêkeftineke bi hikûmeta Iraqê re ku ev tîm ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê heta salekê dimînin, va ye dema salê jî hatiye û di dawiya meha 9an a îsal de erkê wan jî diqede, divê tu kamp û tîmeke hêzên hevpeymanan li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê nemîne.
Şiyanên Hêzên Iraqê û Pêşmerge
Ferîqê yekem ê teqawît Cebar Yawer her wiha dibêje: Çend sal berê li gorî wê gotûbêja ku di navbera Iraq, Amerîka û welatên hevpeyman de hebû, tîmek ji efserên bilind ên Iraqê û welatên hevpeyman û nûnerê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hat çêkirin, ku lêkolîn û nirxandin ji bo şiyanên hêzên Iraqê û Pêşmerge û wan metirsî û gefên ku DAIŞ li navçeyê çêdike kirin, paşê tîmê raporek pêşkêşî Amerîka û hêzên hevpeyman û Iraqê jî kir, di beşekî rapora de hatiye: Rast e DAIŞ wekî rêxistineke terorîst maye, lê lawaz bûye û şiyana encamdana karên mezin ên terorîstî nîne wekî berê ku hebû, hêdî hêdî gefên wê jî kêm dibin, bi taybetî piştî nemana mirîtiya wan li Iraq û Şamê di dawiya sala 2017an de.
Her wiha şiyana leşkerî ya hêzên Iraqê û Pêşmerge di aliyê berevaniyê û girtina destê ewlehiya navçeyên xwe de bilind bûye, ji ber wê ev biryar hate derxistin ji bo bidawîkirina karê hêzên hevpeyman li navend û başûrê Iraqê di sala 2025an de û li Herêma Kurdistanê jî di sala 2026an de.
Pêşmerge û Rûbirûbûna Terorê
Her derbarê vê pirsê de, Ferîq Rûkin (Bextiyar Mihemed) Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, ragihand: Di demên salên çûyî de, hêzên Pêşmerge karîne ezmûneke berçaw û meydanî di rûbirûbûna terorê de bi dest bixin, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de. Her wiha Pêşmerge karîbû sûdeke berçaw ji bernameyên hevpeymanan di warê meqteq û rahênan û avakirina şiyanên leşkerî de bibîne. Derbarê plana stratejîk de jî, armanc bilindkirina şiyanan û temamkirina bernameya çaksaziyê û yekxistina giştî ya hêzên Pêşmerge ye, tê pêşbînîkirin ku hevahengiya ewlekarî û leşkerî di navbera Herêm û Bexdayê de bimîne û berdewam be, ew jî bi armanca parastina aramiya navçeyê, bi taybetî ew navçeyên ku rûbirûyê astengên ewlehî dibin, yan navçeyên cihê nakok.
Di dema borî de ew ji me re diyar bû ku hevkarî û hevahengî û guhertina zanyariyan di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêza Pêşmerge de, alîkar e ji bo sînorkirina tevgerên komên terorîst û rêgir e ji qîmetêdana valahiyên ewlehiyê ji aliyê wan koman ve.
Li pey bidawîhatina erkê hevpeymanan, belkî saziyên ewlehiyê yên Iraqê û hêza Pêşmerge berpirsiyariyeke zêdetir û rasterast di rêvebirina wan navçeyan de bigirin ser xwe.
Çaksaziya Wezareta PêşmergeDi beşeke din a gotinên xwe de, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, her wiha dibêje: Prosêya çaksazî û rêxistinkirin û yekxistina hêzên Pêşmerge prosêyeke stratejîk e ku hikûmeta Herêmê û Wezîreta Pêşmerge bi çavdêriya hevpeymanan di maweyê salên çûyî de dest pê kirine.
Li gorî yadaşta têgihiştinê, biryar e hemû xal bên bicihanîn û temamkirin, ev li gorî wê demê ye ku jê re hatiye diyarîkirin. Heke di dema xwe de bên temamkirin, dê bandoreke baş di helwesta hevpeymanan de hebe, pabendbûna Wezareta Pêşmerge jî di wê prosêya ku dest pê kiriye de nîşan dide, ev jî bi armanca avakirina hêzeke leşkerî ya yekgirtî û pîşeyî, bi piştgiriya Amerîka û giştî hêzên navneteweyî di tîma hevpeymanan de ji bo hêza Pêşmerge, lewma bi temamubûna erkê hevpeymanan naqede, lê li şûna wê belkî bê xistin çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û hikûmeta federal a Iraqê. Hevpeyman di rêkeftina navbera Amerîka û Iraqê de, belkî çend xalan ji bo piştevaniya hêza Pêşmerge di warên şêwirmendî û meşq û rahênan û çend warên din de bicih bikin.
Li Hev Têgihiştin
Derbarê têgihiştina navbera hêzên hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge de piştî bidawîhatina erkê hevpeymanan jî, Ferîq Rûkn Bextiyar Mihemed eşkere kir ku têgihiştinek heye derbarê berdewamiya hevkariyên leşkerî yên navbera Herêma Kurdistanê û hevpeyman û hevbeşên me yên di hevpeymaniya navneteweyî de.
Tê pêşbînîkirin ku piştî bidawîhatina erkê hevpeymaniyê, hejmarek şêwirmendên leşkerî di şêweya hevpeymaniyeke leşkerî de amadebûna wan hebe, lê bi formeke nû û cuda ji ya ku niha heye di çarçoveya erkê hevpeymaniya navneteweyî de.
Bandorên Derkevin Holê
Ji aliyekî din ve derbarê wê yekê ku gelo bandorên bidawîhatina erkê hevpeymanan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê çi ne? mamostayê zanîngehê, pisporê zanistên siyasî û lêkolînerê siyasî,Nawdar Ziyad, behsa wê yekê kir: Heke vekişîna hêzên hevpeymanan rû bide, bandora yekem dikeve ser paşeroja prosêya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û birîna alîkariyên darayî û lojîstîk û rawestana meşqên wan. Bi taybetî ku Herêm bixwe rûbirûyê qeyrana darayî û pirsgirêka bûdçeyê ye bi hikûmeta federal re.
Her wiha, belkî DAIŞ valahiyên ewlehiyê yên kor li navçeyên Kurdistanî yên cihê nakok wekî penageh û navendên xorêxistinkirinê bi kar bîne, bi vê yekê metirsiya serhildanê ya wan li wan navçeyan tê holê. Herêma Kurdistanê ew navbênkarê navneteweyî wenda dike ku rola hevsengî di nakokiyên bi hikûmeta federal re dileyîst, ji ber ku amadebûna leşkerî ya wan giranî daye ser helwestên wan, lewma îhtîmal e pirsgirêkên navbera her du hikûmetan tundtir bibin, bi taybetî ku di rojeva hikûmeta (Elî Zeydî) de tu işaretek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.
Di heman demê de, nûneratiyên dîplomatîk çetira parastina xwe wenda dikin û diyar e di her pêşhateke nexwestî de tên armanckirin. Di gel wê yekê de, valahiyeke mezin çêdibe ku destê welatên cîran berfirehtir dike ji bo destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêmê de.
Pêgeha Herêm û Iraqê
Derbarê pirsên, rehendên siyasî û leşkerî û ewlehiyê yên qonaxa piştî nemana hêzên hevpeymanan çi ne? Nawdar Ziyad got: Di rehenda siyasî de, belkî pêgeha danûstandinê ya Herêmê li hember Bexdayê lawaz be û pirsgirêkên destûrî kûrtir bibin. Bi taybetî ku her du alî cudahiyê di şîrovekirina destûr de dikin; Herêm li gorî xala 121, Pêşmerge bi beşekî ji sîstema berevaniya Iraqê dihesibîne, lê Bexda tenê wekî pasewanê Herêmê pênase dike.
Ev qonax wisa dike ku Herêm xwezaya pêwendiyên xwe bi derve re ji bo dîplomatîk û aborî biguherîne, wekî roldîndana di navbênkariya navçeyî de (wekî sala 2026an di navbera HSD û Ehmed Şerî), pêşxistina veberhênanê bi welatên Kendavê re û berdewamîdana bi hinardeya neftê ji bo Tirkiyeyê. Di rehenda leşkerî de jî, qonax dê tijî nakok be, ji ber ku Bexda li gorî xala 110 a destûr rêgiriyê dike ku Pêşmerge çekên giran wekî sîstema Patrîot bi dest bixe. Her wiha serxistina projeya çaksaziyê û hilweşandina yekîneyên 70 û 80 ku di sibata 2026an de biryar li ser hatiye dayîn ji bo veguhestina wan ji bo ser fermandariyên devera yek û du yên ser bi Wezareta Pêşmerge, di qonaxa bê hevpeyman de giran dibe û metirsiya pevçûnan li navçeyên cihê nakok zêdetir dibe.
Iraq û Herêma Kurdistanê û Welatan
Yekxistina gotara siyasî ya aliyên kurdistanî di piştî bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan de tu rolekî dibe ji bo paşeroja kurd? Ew mamostayê zanîngehê got: Yekxistina gotara siyasî ya aliyên Kurdistanî mercê sereke ye ji bo parastina qewareya Herêmê di piştî vekişîna hevpeymanan de. Xala herî girîng e ku partî bikarin gotareke yekgirtî li hember Bexdayê çêbikin di demekê de ku rola Amerîka wekî navbênkar kêm dibe.
Bê yekdengî, kurd nikare li mafên xwe yên destûrî xwedî derkeve, çi di pirsa mûçeya Pêşmerge de, çi di bicihanîna xala 140 û pirsgirêka desthilata ewlehiyê ya Kerkûk û Şingalê de, yan pirsa neftê û pişka Herêmê di bûdçeyê de. Di aliyekî din ve, yekgirtina siyasî zamîna serxistina yekxistina Pêşmerge ye heta demokratîzekirina hikûmdariyê û parastina ewlehiya Herêmê li dijî terorê. Lewma tenê bi yekxistina gotara siyasî, Herêm dikare xwe wekî qewareyekî xwedî şer'iyet nîşan bide û pêgeha xwe ya navneteweyî biparêze, rêgiriyê jî bike ku welatên cîran valahiyên ewlehiyê ji berjewendiya xwe re bi kar bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
10:12 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
DNO: Berhemhênana me ya petrolê li Kurdistanê %99 daketiye
11:14 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
Kurdistan 02:04 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27



.jpg)


Aplîkêşin

