Erebistana Siûdî ragihandina hevpeymaniyeke deryayî ya navdewletî kir
Cîhan 01:40 PM - 2026-07-31
asharq
Hevpeymaniyeke deryayî ya navdewletî
Erebistana Siûdiyê avakirina hevpeymaniyeke deryayî ya parastinê ya pirneteweyî
bi beşdariya 43 welatan û Yekîtiya Ewropayê ragihand ji bo parastina ewlehiya
Tengava Babûlmendeb, Kendava Edenê, Deryaya Sor û rêçikên bazirganî, ku bajarê
Riyadê dê bibe navenda herheyî û sereke.
Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand ku bi beşdariya
Yekîtiya Ewropayê û nûnerên 43 dewletan, civînek derbarê avakirina
hevpeymaniyeke deryayî ya parastinê ya pirneteweyî de pêk anîne û armanca
hevpeymaniyê jî, parastina ewlehiya Tengava Babûlmendeb û kendava Edenê û
dabînkirina ewlehiyê ye ji bo rêrewên bazirganiya cîhanî û xetên şandina
enerjiyê ji Deryaya Sor ve.
Wê da xuyakirin ku ligel welatên damezirîner ên
hevpeymaniyê, tekez li ser wê yekê kirine ku ewlehiya deryayî berpirsiyariyeke
hevpar e û hevkarî û ahengî di navbera welatan de bingehê sereke ye ji bo
rûbirûbûna gefên deryayî yên hevpar û sînorbezên, bi ahengê ku beşdar bibe di
xurtkirina ewlehî, aramî û geşepêdana cîhanî de.
Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyê herwiha tekez
kiriye ku beşdarbûna di çalakî û operasyonên hevpeymaniyê de, biryareke
serbixwe ya her welatekî ye û li gorî sîstem û rêkarên nîştimanî yên xwe dibe,
welatên beşdar jî dê berdewam bin li ser temamkirina rêkarên xwe yên navxweyî
ji bo peydakirina pêwendiyeke fermî bi peymannameya hevpeymaniyê ve, herwiha
daxwaz ji wan welatan tê kirin ku hevkar in di armancên wê de ku tevlî bibin.
Hevpeymanî dê hevkariyan di warên ewlehiya deryayî, danûstandina
zanyarî û îstîxbaratê, pilankirina operasyonan, perwerde û bilindkirina şiyanan
de xurtir bike, ew jî ji bo misogerkirina ewlehiya rêçikên deryayî yên
navdewletî wekî berpirsiyariyeke giştî.
Herwiha, avakirina vê hevpeymaniya pirneteweyî wekî
çarçoveyekê ji bo hevkariya deryayî ya leşkerî tê ji bo xurtkirina ewlehiyê û
parastina rêçikên bazirganî, Erebistana Siûdî wekî welatê damezirîner û serokê
hevpeymaniyê dê bibe navenda herheyî û sereke, bi vî rengî fermanxaneyên
fermandarî, kontrol û jûreya operasyonên deryayî yên hevpar dê li wê welatê
bin.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Wezareta Berevaniyê ya
Saudi Erebistanê li bajarê Riyadê mêvandariya civîna serokê erkê artêşê û
nûnerên 43 welatan û nûneratiya Yekîtiya Ewropayê kir ji bo gotûbêjkirina
avakirina vê hevpeymaniya parastinê ya deryayî li hember geşesendina gefên li
ser sektora çûnihatina deryayî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

