Hûsî sepandina bacê bi ser keştiyên bazirganiyê red dikin
Cîhan 01:26 PM - 2026-08-01
NASA
Tengava Bab El-Mendeb
Desteya hevrêziya deryayî ya ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve
tê birêvebirin, ew rapor red kirin ku dibêjin plan heye ku bacê bixin ser ew
keştiyên bazirganî yên ku li Tengava Bab El-Mendeb derbas dibin.
Hûsiyan ragihand: Tu biryareke bi vî rengî nehatiye dayîn û
derbasbûna bi wê rêça avî ya stratêjîk re bi bê beramber dimîne.
Ev daxuyanî piştî raporteke ajansa Reutersê tê ku roja Çarşemê
hat belavkirin û tê de amaje bi wê yekê hatibû kirin ku Hûsiyên hevpeymanên
Îranê lêkolînê li ser sepandina bacên derbasbûnê dikin ji bo ew keştiyên ku li
başûrê Deryaya Sor diçin, ew jî hefteyek piştî ragihandina dorpêça deryayî ya
li ser Erebistana Siûdî bû.
Li gorî raporta Reutersê, ev pêşniyar di dema serdana
nûnerên Hûsiyan bo Tehranê di meha tîrmehê de ligel berpirsên Îranê hatiye
gotûbêjkirin, lê çavkaniyan amaje bi wê yekê kirin ku tu nexşeya demkî ji bo
cîbicîkirina vê tedbîrê li ser nehatiye lihevkirin.
Navenda hevrêziya operasyonên mirovî (HOCC) ya ku ji aliyê
Hûsiyan ve tê birêvebirin ragihand: Xizmetguzariya derbasbûna aram, xizmeteke
dildarî û bêpere ye.
Di daxuyaniyê de ev jî hatibû: HOCC piştrast dike ku her
kesek an aliyek daxwaza pereyan bike li hember derbasbûna li Tengava Bab El-Mendeb,
bi ti awayî û di bin tu navî de nûnertiya Komara Yemenê an jî ya HOCC nake.
Navenda hevrêziya operasyonên mirovî got jî: HOCC daxwaz ji kompaniyên keştivaniyê dike ku tu pereyan
nedin û tu agahiyan pêşkêşî kes an aliyên nepejirandî nekin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

