Sê biryar ji bo çareserkirina pirsgirêka benzînê hatin derxistin

Kurdistan 09:09 PM - 2026-08-13
Logoya Wezaretê PUKMEDIA

Logoya Wezaretê

Wezareta Çavkaniyên Siruştî piştî civaka xwe ya îro derbarê krîza benzînê de, bi fermaneke wezarî çend biryarên nû derxistin. Li gorî biryaran, hikûmet piştevaniya bihayê benzîna normal a bazirganî dike.

Li gorî biryarê, li benzînxaneyan lîtreya benzînê bi 750 dînarî bi welatiyan tê firotin û ferqa bihayê wê hikûmet dabîn dike.
Di beşeke din a fermaneyê de tekezî li ser hemahengiya wezaretê ligel parêzgeh û îdareyên xweser hat kirin ji bo dabînkirina benzînê.
Her wiha tekezî hat kirin ku kampaniya dabînker divê pabendî rênimayên kontrola kalîteyê bin û biryar jî ji dema derçûnê ve dikeve ware cîbicîkirinê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket