Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne

Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen El-Şeyban Ajans

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen El-Şeyban

Sûriyê Îsraîl Turkiye

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen El-Şeybanî derbarê aloziyên berdewam ên di navbera welatê wî û Îsraîlê de daxuyaniyek da û ragihand ku peywendiyên di navbera Şam û Tel Avîvê de qut bûne.

Esed Hesen El-Şeybanî piştrast kir ku rêveberiya Şamê di mercên heyî de baweriya xwe bi Îsraîlê nayne û destnîşan kir ku pêşîniya sereke ya Sûriyê rawestandina tavilê ya êrîş û binpêkirinên qada esmanî ya Îsraîlê ye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku alozî di navbera Tel Avîv û Şamê de berdewam dikin û got:Danûstandinên me bi Îsraîlê re qut bûne û tekez kir ku kanalên dîplomatîk vekirî ne û got:Em hêvî dikin ku danûstandinên li ser peymanek ewlehiyê bi Îsraîlê re di demek nêzîk de ji nû ve dest pê bikin û tekez kir ku Sûriye destê xwe di dîplomasiyê de dirêj dike û divê Îsraîl vê derfeta dîrokî bikar bîne.

El Şeybanî behsa êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya roja Sêşemê li ser baregeha hewayî ya Ebû Zuhur kir û diyar kir ku Îsraîlê baregeh li ser bingeha îdiaya ku Sûriye dê destûrê bide bicihbûna hêzên Turkiye li herêmê bombebaran kir, ev îdia hem ji aliyê Sûriyê û hem jî ji aliyê Turkiyê ve hat redkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket