Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin

Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26
Êrîşa li ser koçerên Girê Spî Ajans

Êrîşa li ser koçerên Girê Spî

Komeke koçberên Girê Spî dema hewil dan vegerin malên xwe û li ser vexwendina Rêveberiya Herêma Girê Spî derbasî bajarê xwe bûn, rastî êrişan hatin, komîteya koçberan jî daxwaza parastina koçberan ji aliyên peywendîdar dike.

Li gorî agahiyên jêderên xwecihî ew koma koçberan  bi armanca vegera malên xwe li ser vexwendina Rêveberiya Herêma Girê Spî berê xwe dane avahiya rêveberiyê, lê ew rastî êrişan hatin, êrişkaran êrişî otombîlên wan şikandin û talan kirin.

Komîteya Koçberên Girê Spî ragihand ku zêdetirî 100 malbatên Kurd li hundirê avahiya Rêvebertiya Herêma Girê Spî hatine dorpêçkirin û daxwaza destwerdana lezgîn ji bo parastina wan û lêpirsîna êrişên li dijî welatiyên Kurd ên vegerîne malên xwe kir.

Komîteyê bang li koçberan kir ku, kesê dixwaza vegere Girê Spî, li ser mal û milkê xwe divê serî li komîteyê bide, da ku vegera wan bi rêxistin bike û bi aliyên peywendîdar re bişopîne, şert û mercên guncaw ên ewlehiya wan peyda bike.

Ji aliyê xwe Partiya Yekîtiya Demokrat PYD‘ê êrişên li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û ji bo vegera ewle ya koçberan banga avakirina komîteyeke taybet  û hesabpirsîna ji êrişkaran kirin.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket