Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26
PUKMEDIA
Konferansa rojnamevanî ya Parêzgara Helebce
Tê payîn ku roja Çarşemê, Festîvala Hinar û Payîzê
ya Helebceyê bi beşdariya berfireh ya cotkar û xwedanên karsaziyan ve bibe
bila, Parêzgara Helebce jî tekezî li ser temamkirina hemû amadekariyan û
dabînkirina hêsankariyan ji bo geştiyaran dike.
Îro 26ê 10ê 2026.an, Nuxşe Nasih, Parêzgara Helebce,
di konferanseke rojnamevaniyê de li ser amadekariyên Festîvala Hinar û Payîzê
ya Helebce da xuyakirin: Amadekariya temam ji bo birêveçûna festîvalê hatiye
kirin û em li benda hatina hejmareke zêde ya geştiyaran in.
Her wiha got: Demeke herî guncaw ji bo festîvalê me
hilbijartiye, bi awayekî ku tenê rojekê baran dibare û me otobêsên veguhastina
geştiyaran ji destpêka têketina nav parêzgeha Helebceyê de ji bo ew geştiyaran
dabîn kirine ku naxwazin otomobîlên xwe bînin nav Helebceyê.
Navbirî daxuyakirin jî di her çar rojan de
çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin û ji bilî hinarê, jin berhemên destî û
xwarinên xwe û cotkar jî berhemên xwe yên curbicur nîşan didin.
Parêzgara Helebceyê her wiha got: Em spasiya Bêgerd
Talebanî, Wezîra Çandiniyê û Jêderên Avê dikin ku her dem piştgir û alîkarê
cotkar û parêzgeha Helebçeyê bûye.
Ew jî daxuyakirin ku wan daxwaz ji Wezîrê
Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêmê kiriye ku ew du rojên festîvalê yên ku dewam têde
heye bê kirin bêhnvedan û em li benda bersivê ne.
Tê payîn ku roja 28ê 10ê 2026.an, Festîvala Hinar û
Payîzê ya Helebceyê dest pê bike û çar rojan bidome.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

