Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin

Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26
Wêneyekê Semînerê li Zanîngeha Silêmaniyê Ragihandina Zankoya Silêmaniyê

Wêneyekê Semînerê li Zanîngeha Silêmaniyê

Rojavayê Kurdistanê

Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Gel ya Sûriyê Îlham Ehmed, li Zanîngeha Silêmaniyê ragihand: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava hikûmetê de bi cî bikin û beşekî rasteqîne bin û em xwediyê dewletê bin.

Siyasetmedara kurd Îlham Ehmed îro 26/10/2026`an semînereke li Zanîngeha Silêmaniyê pêşkêş kir û têde tekez kir û got: Kurd wekî gel li nava Sûriyê nedihatin naskirin, belkû rastî zordariyê dihatin û bi darê zorê yasayên înkarkirinê li ser wan dihatin ferzkirin, lê îro gihîştine qonaxa selmandina hebûna xwe.

Îlham Ehmed behsa rewşa perwerdeyê û guhertinên siyasî kir û tekez li ser redkirina dûrxistina kurdan ji sîstema perwerdeyê an jî bêparastina ji mafên wan kir û diyar kir ku, zimanê kurdî di guhertinên dawî yên li ser sîstema perwerdeyê de pêşveçûneke bi dest xistiye, û divê wekî mafekî rewa di destûrê de bê naskirin.

Derbarê pêvajoya tevlîbûnê de jî axivî û got: Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hêzeke sereke di sîstema dewletê de beşdar dibin, û guhertin li ser Rêveberiya Xweser çêbûne. Lê wê bal kişand ser wê yekê ku beşdariya jinan di navendên biryargirtinê de hîn jî qels e, û hikûmeta veguhêz nahêle jin rola xwe ya tam û aktîv bilîzin.

Wê zêde kir ku rêxistina welat bi awayê ku rolekî ji bo kurdan misoger bike, pêdivî bi terxankirina ji sedî 20ê kursiyên parlamentoyê ji bo nûnerên kurdan heye, û avakirina komîteyekê ku mafên kurdan û rola wan diyar bike ji bo misogerkirina serkeftina pêvajoya tevlîbûnê.

Her weha di kongireyeke rojnamevanî de ku, PUKMEDIA jî amadebû, Îlham Ehmed tekez kir û got: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava hikûmetê de bi cî bikin û beşekî rasteqîne bin û em xwediyê dewletê bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket