Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir

Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26
Merasîma têkilkirina PUKMEDIA

Merasîma têkilkirina

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand: Îro Duşemê, 26ê Cotmehê 2026an, merasîma veqetandina leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û tevlîkirina wan bi dezgehên fermî yên Îraqê re destpê kir û berpirsiyariyên ewlehiyê yên li Çiyayê Şingalê jî radestî desthilatdariyên federal hatin kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê dest danîn ser çend bingehên girîng û kontrola meydanî yê çend xalên leşkerî li navçeyê wergirtine, ev pêngav jî di çarçoveya bernameya hikûmeta federal de ye ji bo kontrolkirina çekan di bin desthilatdariya dewletê de.

Her wiha hikûmetê tekezî li ser pêzanîna xwe ji bo qurbaniyên pêkhateya Êzidî kir, her wiha soz da ku hemû mafên wan biparêze, qerebûya ziyanbîketiyan bike û qezaya Şingalê avadan bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket