Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê

Kurdistan 04:19 PM - 2026-10-26
Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Îro 26/10/2026an, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî, beşdarî Festîvala Navneteweyî ya zîrekiya çêkirî li Dubayê bû ku, kesên pispor, kompaniya û aliyên peywendîdar ji zêdetirî 100 welatên cîhanê amade bûn.

Di festîvalê de, gotûbêjeke gelek girîng hate kirin li ser paşeroja zîrekiya çêkirî li Rojhilata Navîn û çawaniya bikaranîna zîrekiya çêkirî ji bo xurtkirina saziyan û baştirkirina xizmetguzariyan.

Di heman demê de, Qubad Talebanî bi çendîn sazî û kompaniyên girîng re gotûbêj kir da ku werin Kurdistanê û hevkar bin di pêşxistina şiyanên ciwanan de û ezmûn û şareza xwe ligel pispor, navend û saziyên peywendîdar ên Kurdistanê parve bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket