Li Herêmê pêketek nexweşiya tayê xwînrijê hat tomarkirin

Kurdistan 11:02 PM - 2026-08-13
tayê xwînrijê PUKMEDIA

tayê xwînrijê


Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê ragihand: pêketeke nûh bi nexweşiya tayê xwînrijê li bajarê Duhokê hate tomakirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê di daxuyaniyekê de ragihand: Pêketeke tûşbûna bi nexweşiya tayê xwînrijê li bajarê Duhokê hate tomarkirin, ku ew jî mêrek ciwan ê 23 salî ye, rûniştvanê gundê Bazê yê ser bi Soranê ye, û nexweşî bi rêya berketina bi ajalên tûşbûyî girtiye. Niha di bin çavdêriya bijîşkî de li nexweşxaneyê razaye û çareseriyê werdigire û rewşa wî ya tenduristiyê heta niha cîgire.

Wezaret her wiha dibêje: Em daxwazê ji welatiyan dikin û tekeziyê li ser cîbicîkirina rênimayên Wezareta Tenduristiyê dikin, di dema hebûna guman û nîşanên nexweşiyê de li ser ajalan, pêwîst e tîmên veterîneriyê agahdar bikin, û welatiyên ku bi xwedîkirina ajalan an berhemên ajalan ve mijûl dibin di dema hebûna her nîşaneke ne tendurist  de lez serdana nexweşxaneyan bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket