NY: Ebola di her 30 xulekan de jiyana kesekî distîne
Cîhan 10:52 AM - 2026-08-15
UNICEF
Hişyarîkirina xelkê ji bo xweparastinê ji vîrosê
Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê belavbûna metirsîdar û bilez
a vîrusa Ebola li Komara Demokratîk a Kongoyê de hişyarî da û diyar kir ku ev nexweşî
di her 30 xulekan de jiyana kesekî distîne, digel vê yekê jî tirsek heye ku
heke bersivdayîneke navneteweyî ya lezgîn çênebe, ev nexwşî bibe ya herî kujer
di dîrokê de.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karên
Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn (Tom Fletcher) ragihand ku ev belavbûna
niha ya herî lezgîn e di dîrokê de û hişyarî da ku vîrus bi lezekê pêş ve diçe
ku dibe ku hêza desthilatdarên tenduristiyê û civaka navneteweyî derbas bike ji
bo kontrolkirina wê.
Ji dema ragihandina vê belavbûnê di 15ê Gulanê de,
desthilatdaran zêdetirî 4500 nexweş û nêzîkî 2128 mirin tomar kirine, di heman
demê de nexweşî li şeş parêzgehên welêt belav bûye, û li Ûgandayê jî pêlav
hatine tomarkirin ligel dîtina rewşan li nêzîkî sînorê bi Sûdana Başûr re.
Hewldanên têkoşîna li dijî vê nexweşiyê bi astengiyên mezin
re rû bi rû ne ji ber tundûtûjiyê, qelsiya binesaziya tenduristiyê û zehmetiya
gihîştina hin navçeyên ku zirar dîtiye, di demekê de ku Rêxistina Tenduristiyê
ya Cîhanê (WHO) hewl dide rêjeya şopandinê ji sedî 80 bibe ji sedî 95.
Di aliyê darayî de, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 30.5
mîlyon dolarên din ji sindoqên lezgîn veqetandine, ligel 24 mîlyon dolarên ku
berê hatibûn terxankirin ji bo rûbirûbûna metirsiyên belavbûna vîrusê. Di heman
demê de bexşeyên navneteweyî yên ji bo sindoqa têkoşîna li dijî nexweşiyê
gihîştine nêzîkî 300 mîlyon dolarî.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hêvî dike ku di nava sê
mehan de veguhastina vîrusê hêdî bike.
Tom Fletcher, banga li civaka navneteweyî
kir ku fînansmanê lez bikin û bersivdayîna tenduristî û mirovî berfireh bikin
berî ku belavbûna vîrusê şiyana aliyên peywendîdar derbas bike ji bo
kontrolkirina wê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

