Serokê Koreya Başûr ji bo aştiyê banga danûstandinan li Koreya Bakur kir
Cîhan 11:28 AM - 2026-08-15
Ajans
Serokê Koreya Başûr Lee Jae-myung
Serokê Koreya Başûr Lee Jae-myung, roja Şemiyê ragihand ku
ew amade ye ji bo encamdana danûstandinan bi Koreya Bakur re bi armanca bidawî anîna
fermî ya Şerê Koreyê, û banga li Pyongyangê kir ku dev ji gefan berde û li ser
maseya diyalogê rûnin.
Lee, di gotarekê de ku di merasîma salvegera 81an a
rizgarkirina Koreyê ji dagirkeriya Japonî de pêşkêş kir, got ku divê her du alî
dev ji gefxwarina hevdu berdin û dest bi danûstandinan bikin, ji ber ku ew her
du aliyên rasterast ên di şer de ne, ê ku di sala 1953an de bi agirbestekê bê
îmzekirina peymaneke aştiyê bi dawî bibû.
Serokê Koreya Başûr her wiha anî ziman ku diyalog dikare rê
bide gotûbêjkirina pêngavên bibandor ji bo rawestandina pêşxistina kapasîteyên atomî
yên Korêya Bakur, piştî ku wî berê pêşniyara danûstandinên bê şert û merc bi
Pyongyangê re li ser bernameya wê ya atomî kiribû.
Koreya Bakur gelek caran tekez kiribû ku devjêberdana ji
çekên xwe yên atomî ne li ser maseyê ye, bi taybetî ji dema têkçûna lûtkeya ku
serok Kim Jong Un û serokê Amerîkî Donald Trump di sala 2019an de anîbû cem
hev, ji ber nakokiyên li ser rakirina çekên atomî û sivikkirina cezayên li ser
Pyongyangê.
Di Tîrmeha borî de, Wezareta Yekîtiyê ya Koreya Başûr
guhertina pêşîniyên xwe ragihand, û ji hilweşandina bernameya atomî ya Korêya
Bakur derbasî hewldana rawestandina pêşxistina wê bûye.
Her du Kore ji aliyê teknîkî ve hê jî di rewşa şer de ne, ji
ber ku şerê ku di navbera salên 1950 û 1953an de dewam kir bi peymaneke
agirbestê bi dawî bû ne bi peymaneke aştiyê, di demekê de ku herêmeya bêçek ku
di navbera wan de ye, wekî yek ji herêmên sînorî yên herî bi ewle li cîhanê tê
hesibandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

