Pijîşkiyan: Baştire ku şer îro bi dawî bibe, di demekê de ku Îran xwedî pêgeha hêzê ye
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-21
PUKMEDIA
Mesûd Pizîşkiyan serokê Îranê
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan xwest ku şerê bi Amerîkayê re
berdewam dike "îro" bê bidawîkirin, li gorî gotina wî.
Mesûd Pizîşkiyan zêde kir ku çêtire şer îro bê bidawîkirin,
di demekê de ku Îran di "Pêgeheke hêzê" de ye. Di civîneke bi
bijîşkên li Tehranê de Pizîşkiyan got: Çêtir e ku şer îro bê bidawîkirin, di
demekê de ku em di cihê hêzê û rûmetê de ne, û di demekê de ku cîhan bi tevahî
serketina me dipejirîne," û tekez kir ku "Amerîkayê êrîşî dibistan,
nexweşxane û bingehên me kir di binpêkirina hemû rêziknameyan de, û ew li
seranserê cîhanê nayê hezkirin.
Serokê Îranê tekez kir ku tiştê di dema danûstandinan de
hatiye bidestxistin "destkeftineke mezin" bû, û eşkere kir ku
Encûmena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê vê "destkeftiyê" pesend
kiriye.
Û wî zêde kir ku di yadeştnameya têgihiştinê ya bi Amerîkayê
re hatiye îmzekirin de mirov ti xaleke nabîne ku amaje bi
"teslîmbûna" Îranê bike. Belê Pizîşkiyan got ku "hemû pabendbûn
bi aliyê din re têkildar in", wek nîşanek ji Amerîkayê.
Pizîşkiyan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya
"dadperweriyê û dûrketina ji xweperestiyê" û banga "derbaskirina
nakokiyan û xebata bi hevra ji bo xizmetkirina gelê Îranê" kir. Divê
berpirs berpirsiyariya çareserkirina pirsgirêkên welatiyan hilgirin ser milê
xwe.
Lêbelê wî tekez kir ku "Ev mijar nayê wê wateyê ku ger
bixwazin êrîşekê pêk bînin, divê em teslim bibin, ev herdu tiştekî cuda ne,
eger şer berdewam bike em ê heta henaseya xwe ya dawî li ber wan rabin û bi
awayekî kujer bersiva wan bidin.
Pizîşkiyan ev daxuyanî dan piştî ku Wezareta Derve ya Îranê
roja pênçşemê ragihand ku siza û dorpêçên giran ên ku rêveberiya Serokê
Amerîkayê Donald Trump soz da ku li ser Tehranê bisepîne, "terora
aborî" ne û wekî "sûcekî li dijî mirovahiyê" tên dîtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

