Sûriyeya nû: Dewletek, ne Nasnameyek

Kurdistan 12:45 PM - 2026-08-27
Îmad Ehmed PUKMEDIA

Îmad Ehmed

Sûriyê

Ruxandina rêjîma Beis li Sûriyê ne tenê guhertina serokekî bû, belkî dawiya qonaxekê bû ku bi dehan salan bi tirs, zindan, xwîn û tinekirina nasnameyan hatibû nivîsandin. Lê belê ruxandina dîktatoriyê nayê wateya jidayikbûna demokrasiyê, ji ber ku ruxandina desthilatê pir ji avakirinê hêsantir e.

Beis li Îraq û Sûriyê, tevî nakokî û dabeşbûna xwe ya bi navê çep û rast, di nava naverokê de sitemeke yek alî û serkutker a yekta bû. Li her du welatan jî, partî bibû dewlet, serok bibû yasa û saziyên ewlehiyê jî bibûn ziman û destê desthilatê. Lê dawiya van her du rêjîman bi yek şêwazî nehat: Li Îraqê, êrîşa rasterast a Amerîkayê û hevalbendên wê desthilata Sedam Husên ruxand, li Sûriyê jî şerê navxwe, têkoşîna gel, bilindbûna opozisyonê, qelsbûna hevalbendên Beşar Esed û guhertina balansa hêzan, dawî li rêjîmê anîn.

Dersa Îraqê ji bo Sûriya nû zelal e: Heke tolhildan cihê dadweriyê bigire, heke piraniya mafên kêmneteweyan were tune kirin û heke saziyên niştimanî qels bin, dîktatoriya kevin bi rûyeke nû vedigere. Metirsiya mezin ne tenê di bermahiyên Beisê de ye, belkî di dubare berhemhênana hişmendiya Beisê de bi al, dirûşim û navekî nû de jî xwe nîşan dide.

Ehmed Şerei (Ebû Mihemed El-Colanî), heke bixweze bibe dewletmedarê Sûriya nû, divê ji sînorê serokatiya grûpeke derbas bibe. Ceribandina wî ya rastîn, di awayê têkiliya wî ya bi Kurd, Elewî, Xiristiyan, Dirzî û pêkhateyên din re diyar dibe. Sûriyeya nû bi guhertina alê û navê serok nayê avakirin, bi destûrekê tê avakirin ku welatîbûnê bike bingeha maf û berpirsiyariyê û desthilatê jî bi qanûnê sînor bike.

Di hemberî vê yekê de, Mezlûm Ebdî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de rola xwe ya girîng lîstin û qurbaniyeke mezin dan. Ev qurbanî divê di dema nivîsandina nexşeya pêşeroja Sûriyê de neyê jibîrkirin. Kurd aliyekî resen ê Sûriyê ne û xwediyê mafên xwe yên neteweyî, zimanî, çandî û siyasî ne. Divê ev maf bi sozên demkî an bi dilsoziya serokekî ve neyên girêdan, belkî divê di destûr, qanûn û saziyan de werin misogerkirin.

Rêkeftina 10ê Adara 2025an a di navbera Ehmed Şerei û Mezlûm Ebdî de derfetek bû ji bo veguhestina ji pevçûna leşkerî ber bi gotûbêjên siyasî ve. Betalkirina HSDyê û bidawîbûna pêvajoya entegresyonkirina hêzên wê di nava artêşa Sûriyê de di 25ê Tebaxa 2026an de, qonaxeke nû ya vê pêvajoyê ye, lê belê ev ne dawiya pirsa kurd e. Betalkirina hêzeke leşkerî tiştek e û çareserkirina maf û nasnameya neteweyekê tiştekî din e. Ger çek werin yekxistin, lê maf ne wekhev bin, pirsgirêk nayê çareserkirin, ew tenê ji qada leşkerî derbasî qada destûr û siyasetê dibe.

Yekîtiya axa Sûriyê pêwîst e, lê yekîtiya niştimanî bi zorê û bi navendparêziyeke tund çênabe. Dewleta bihêz ne ew e ku hemû desthilatdariyê li Şamê kom bike, belkî ew e ku mafê hemû pêkhateyan biparêze û cudahiyan bike çavkaniya dewlemendiyê, ne ku bike behaneya serkutkirinê. Sûriyê pêwîstiyên xwe bi dewletekê heye, ne bi ferzkirina nasnameyekê.


Guhartinên Sûriyê bandoreke rasterast li ser Îraqê dikin, ji ber ku ewlehiya her du welatan bi sînor, pêkhateyên civakî û metirsiya terorê ve bi hev re hatine girêdan. Heke Sûriya nû ber bi dewleteke dadperwer û cîgirve biçe, ew dikare metirsiya vegera DAIŞê, qaçaxçîtiya çekan û pêleke nû ya koçberiyê kêm bike û deriyên bazirganî û hevkariya herêmî veke. Lê belê heke nakokiyên neteweyî û mezhebî zêdetir bibin, pêlên naewlehiyê li sînorên Sûriyê namînin û derbasî Îraqê dibin.

Çawaniya çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê, dê bandoreke siyasî û derûnî jî li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê hebe. Danpêdana bi piralî û mafên destûrî dikare Îraqê han bide ku ezmûna xwe ya federalî xurtir bike, lê belê serkutkirin û navendparêziya tund, zext û nakokiyên navçeyê zêdetir dike. Lewma pêşeroja Sûriyê ji bo Îraqê ne tenê babeteke cîrantiyê ye, belkî beşek e ji ewlehiya niştimanî û hevsengiya siyasî ya xwe bi xwe.

Hêzên navneteweyî û herêmî jî li gorî berjewendiyên xwe li pêşeroja Sûriyê dinêrin. Amerîka, Tirkiye, Îran, Îsraîl, Rûsya û welatên erebî, ti ji wan xêrxwazên bêberjewendî nînin. Di siyaseta navneteweyî de hevpeymaniya herdemî nine, berjewendiya berdewam heye. Lewma divê Kurd çarenivîsa xwe tenê bi sozên hêzeke derve ve nehêle.

Yekrêziya navxweyî, gotûbêja kurdî-kurdî û lihevkirineke destûrî bi Şamê re, piştgiriya herî xurt a mafên kurdan in.

Herêma Kurdistanê dikare bi navbeynkarî û veguhastina ezmûna xwe, bibe alîkarê vê pêvajoyê. Dersa pêwendiya Herêmê û Bexdayê ev e: Mafê ku di destûr û saziyan de damar negire, bi her guhertineke hevsaziya hêzê re dikeve metirsiyê, desthilata navxweyî jî, eger bi yekrêzî, şefafiyet û bi rêvabirineke baş neyê parastin, ji hundir ve qels û lawaz dibe.

Serkeftina Sûriya nû bi wê nayê pîvan kî Şam kontrol kiriye, belkî bi wê tê pîvan ku gelo hemû sûriye xwe di destûr û saziyên dewletê de dibînin an na. Dîktatorî bi hêz tê hilweşandin, lê demokrasî bi lihevkirin, pêbawerî û dadmweriyê tê avakirin. Eger kurd û pêkhateyên din di Sûriya nû de xwe nekin hevpar û xwedî mal, wê demê Beis hilweşiyaye, lê hişmendiya Beisê hîn jî maye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket