Keçên Qoçanê

Nêrîn 04:19 PM - 2026-08-04
Karwan Enwer

Karwan Enwer

Hemû hatin firotin, revandin û dizîn; hejmara wan keçikên biçûk û keçên ciwan ên kurd ku bûn armanca xirabiya zeman li devera Qoçanê ya li Herêma Xorasanê, hejmara wan digihîşt 250î heta 400 mirovî... Ew ne cara ewil bû, ez bawer im dê ne ya dawî jî be ku rûmet û namûsa kurdan bi destê biyaniyan tê hetikandin. Di bîra we de ye ku keç û jinên kurdên Êzidî di sala 2014an de çawa kirin cariye, piştî ku zêdetirî 70 carên din jî dest dirêjî rûmeta kurdan hatibû kirin!!...

Serpêhatiya "Keçên Qoçanê", di sala 1905an de di dawiya serdema hikûmdariya Qacariyan de li Îranê rû da, dema ku waliyê Xorasanê (Asif Ed-Dewle) baceke giran xiste ser milê xelkê. Ew xelk jî ji bo ku mal û zarokên wan ji birçînan nemirin, keçên xwe yên biçûk û keçên xwe yên ciwan difirotin bazirganên Ermen, Uzbek û Tirkmenan daku bikarin bacê bidin walî. Ev karesat piraniya kurdên Qoçanê girt ber xwe!! Li ser firotin û revandina keçên Qoçanê, lêkolîneke hûr hatiye kirin bi navê (Hikûyeta Keçên Qoçanê: Efsaneya Necimabadî). Ev birîna pir bi êş sax nabe, êdî dîroka hatina wan a bo Xorasanê bi xwe çîrok û serpêhatiyeke dine ye...

Beriya ku em behsa kurdên Xorasanê bikin, divê em bizanin ku Xorasan dikeve bakurê rojhilatê Îranê, cîranê Tirkmenistanê û Efxanistanê ye, lewra ne cîranê Kurdistana Mezin e. Îcar kurd çawa gihîştin wir? Heta niha jî bi sed hezaran kurdên "eyar 24" li her sê parêzgehên niha yên herêma Xorasanê dijîn, ku Qoçan jî girêdayî parêzgeha (Meşhed) ya niha ye bi navê Xorasana Rezewî? Wan çawa kurdbûna xwe parastin??

Di sala 2016an de tîmekî rojnamegerî ji Silêmaniyê çûne Parêzgeha Meşhedê û li wir serdana (Rojnameya Xorasan) kirin, min çend kurdên Xorasanê dîtin ku li wê rojnameyê dixebitîn; bi kurmanciyeke zelal diaxivîn. Min pirsa hatin û gihîştina kurdan ji bo Xorasanê ji wan kir: Wan got ku kurdên Xorasanê di sedsala 17an, dema ku Şah Ebasê Sefewî bi deh hezaran malbat ji Kurdistana Îranê veguhastin Xorasanê, armanc parastina sînorên Îranê bû li hember gefên Uzbek û Tirkmenan..

Bi derbasbûna demê re, çendîn bajar û bajarokên Xorasanê di herdû sedsalên 18 û 19an de bûn navçeyên kurdnişîn, heta ku di hinek çavkaniyên dîrokî de, bi (Kurdistana Rojhilat) an (Kurdistanê Bakurê Rojhilat) hatine navkirin; di nav de herêma Qoçanê jî. Ji ber wê piraniya wan keçên ku hatine firotin û dizîn, kurd bûn.. Ji ber ku beriya sê sedsalan Şah Ebas em ji Erdelan, Kirmanşan, Mehabad û Urmiyê veguhestin vê serê Îranê, paşê wekî pasevanên sînor em bi kar anîn, ji ber ku em di şer û berxwedanê de gelek wêrek bûn û em bûn gurzêkî Îranî. Wekî tolhildanek ji bo cengeweriya me, keç û jinên me hatin kirîn û firotin û di şer û êrîşan de hatin hetikandin. Ev bûyer di edebiyata kurdên Xorasanê de bi stran têne vegotin. Strana "Daxtar Qoçanî" mînakek zindî ya vê êşê ye.

Ev sed hezarên kurdên Xorasanê ne heliyan û winda nebûn û ne jî ala spî hildan; tenê bi helbest û stranan jî behsa xwe nekirin, belkî wekî perçeyekî zindî yê Kurdistana Mezin, bi zaraveyeke kurmancî ya paqij û rewan zimanê xwe parastin, çand û cil û bergên folklorî yên kurdewarî winda nekirin. Di heyamên 400 salî de, roj bi roj kurdbûna xwe xurtir kirin û niha hemî cihê pirsê ne li tevahiya cîhanê, ku çawa komeke kurd li dûrahiya bi hezaran mîlan ji axa bav û kalên xwe, piştî çarsed salan hê jî kurdin? Lê belê di nava axa Kurdistanê ya azad de, li Herêma Kurdistanê de, "Kurdên qerrase" hene ku ji kurdbûna xwe şerm dikin....  Ev jî dişibe Sêgoşeya Gilover...

*** "Sêgoşeya Xwar" navê quncikeke heftane ye ku rojên duşeman di rojnameya (Kurdistanî Nwê) de tê weşandin.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket