Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24
Reuters
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Skot Bêsên
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Skot Bêsênt ragihand ku Waşînton
dê îro Duşemê (24/8/2026) dest bi ferzkirina dorpêçeke darayî ya bêhempe li ser
Îranê bike, bi armanca ku ew dibêje "birîna hemû çavkaniyên dahatê yên ku
piştgiriyê didin desthilata Îranê.
Bêsênt di daxuyaniyekê de ji bo tora "CNBC" tekez
kir ku îdareya Serok Donald Trump daxwazê ji hevalbendên Waşintonê û hemû
welatên din ên cîhanê dike ku danûstandinên bazirganî yên bi Îranê re
rawestînin. Wî da zanîn ku Waşinton dê hemû hêza xwe li dijî her aliyekî ku
pêbendî cezayên nû nebe bi kar bîne. Bêsênt gef xwar ku her welatekî ku
piştgiriyê bide Îranê dê li dijê hêzê bisepîne.
Di aliyê leşkerî de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê hişyarî da
ku her karekî leşkerî ji aliyê Îranê ve ku hêzên Amerîkî an jî welatên Kendavê
armanc bike, dê bi bersiveke rasterast û bi biryar ji aliyê Serokê Amerîkayê
Donald Trump ve rûbirû bimîne.
Serokê Amerîkayê soz da bû ku dê derban li aboriya Îranê
bixe, piştî daxuyaniyekê ji aliyê Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent ve ku tê de
gotibû Waşînton dê tedbîrên "lê nehatiye dîtin" li ser Tehranê
bisepîne, tiştekî ku Îranê ew şermezar kir û gef li welatên ku tê de cih
digirin xwar.
Waşintonê ji dema destpêkirina şer di 28ê Şibatê de heta
niha, gelek ceza di warên veguhestina deryayî, enerjî û darayî de, digel
dorpêçeke deryayî, li ser Îranê sepandine.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê îro
konferanseke çapemeniyê li dar bixe û tê de hûrgiliyên cezayên nû yên li ser
Îranê rabigihîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
10:00 AM - 2026-08-24 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
09:31 AM - 2026-08-24
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23


.jpg)


.jpg)
Aplîkêşin

