Bexda û Silêmanî, du bajarên afirîneriya wêjeyî!

Nêrîn 12:17 PM - 2026-08-11
Xelîl Ebdula

Xelîl Ebdula

Rêxistina UNESCO ji sala 2004.an vir ve, bernameyek da destpêkirin daku bajarên afirîner di warên wêje, mûzîk, hunerên medyayê, fîlm, pîşe û hunerên neteweyî, sêwiran, hunerên xwarinçêkirinê û dirustkirina avahisaziyê de pêşve bibe.

Toreke bi navê Tora Bajarên Afirîner ava kir, ku 408 bajarên endam ji 100 welatên cîhanê hene, ku 63 ji wan wekî bajarên afirîner yên wêjeyî hatine nas kirin; ewê balkêş e ku du bajarên Îraqê wekî bajarên nûjeniya wêjeyî hatine nas kirin; ew jî danpêdanek xerîb e;Bexda di sala 2005an de û Silêmanî jî di sala 2009.an ji aliyê UNESCO ve wekî Bajarê Nûjeniya Wêjeyî hatine naskirin, bê guman ew ji bo her du bajaran û ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê destkeftiyek mezin ya çandî û sernavek wêjeyî ya cîhanî bû,bajarê Sine dahênerê muzîkê ye, û bajarên Kirmaşan û Dîlok (Gazî Entab) dahênerên xwarinê ne.

Bajarên dahêner di her warî de dibin bajarên xwişk û bira û kar, proje û çalakiyên xwe parve dikin.

Niha, 63 bajarên wêjeyî yên afirîner li çar aliyên cîhanê bajarên xwişk û bira ne û çalakiyên xwe yên wêjeyî parve dikin, lê tiştê balkêş ew e ku hem Bexda paytexta Îraqê û hem jî Silêmanî, paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê,ku Herdu bajarên nûjeniya wêjeyî xwişkên hev in û di nav sînorên heman dewletê de ne; heya nina wan wek du Bajarên Afirîneriya Wêjeyî yên UNESCO ti çalakiyên hevbeş nekirine.

Ew dikare bi navê du bajarên afirîneriya wêjeyî were binavkirin,festîvaleke wêjeyî ya hevbeş û projeyeke wergerandina hevbeş ji Kurdî bo Erebî û ji Erebî bo Kurdî di bin navên her du bajarên nûjeniya wêjeyî de were lidarxistin û girîngiyê bi zimanên pêkhateyên din yên wekî Suryanî, Ermenî û Turkmenî jî were dayîn.

Xelateke wêjeyî ya salane bi navê Xelatên Bajarên Afirîner yên Wêjeyê yên Bexda û Silêmaniyê dikare ji hejmarek nivîskarên Ereb, Kurd û yên din re were dayîn.

Li Bexda û Silêmaniyê pêşangehên pirtûkan yên mezin dikarin werin vekirin û wekî du bajarên afirêneriya wêjeyî li her du bajaran konferans, civîn û hefteyên çandî yên wêjeyî yên hevbeş werin lidarxistin.

Platformeke dîjîtal ya hevbeş ji bo danasîna wêjeya Kurdî, Erebî û wêjeya pêkhateyên din bi navê her du bajarên afirîneriya wêjeyî jî werin danîn.

UNESCO sernavê bajarê afir;neriya wêjeyî dide, lê afirêneriya wê demê dê bi heybettir be,ku bajarên wêjeyî yên afirîner bibin hevkarên rastîn di veberhênana wêjeyî û çandî de.

UNESCO niha Bexda û Silêmanî wekî du bajarên afirêneriya wêjeyî nas kiriye, ji aliyê pratîkê de, ew hewce ne ku bi hevre kar bikin daku her du bajarên wêjeyî yên afirîner li çar aliyên cîhanê bêtir bibiriqin.

Bê guman, endamên Tora Bajarên Afirîner, her yek di warê xwe de, li bajarên cîhanê bi hev re kar dikin; dûrî û cudahîyên parzemînên wan nebûne asteng, ji ber vê yekê bajarên Bexda û Silêmanî, ku di nav sînorên dewletekê de ne û ji sala 2019.an vir ve bûne xwişkên hev yên wêjeyî û ew pir nêzîkî hev in, deriyê kar, proje û çalakiyên wêjeyî yên hevbeş di rûyê  hevdu de vekin.




zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket