Divê rûpelekî nû were vekirin

Nêrîn 02:38 PM - 2026-11-09
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Kurt û Kurmancî)
Divê rûpelekî nû were vekirin


Di demekê de ku Sûriya di qonaxeke gelekî hestiyar û aloz re derbas dibe, di bin siya hikumeteke veguhêz de, ku bi takrewî sistemeke navendî di welat de ava dike, her di vê demê de rewşek ji nerazîbûn û bêhêvîbûnê di kolana kurdî de belav bûye derbarê kiriyarên Tevgera Kurdî li Sûriya, bi sedema parçebûn û mijûlbûna wê bi nakokiyên pûç û vala ve. Û ev nerazîbûn gihiştiye astekî ku êdî hin kes hene daxwza hilweşandina wê dikin û xebata wê ya dûrûdirêj winda dikin, her wiha hin jî hene ku wê bi bêkêriyê binav dikin, û dibêjin ew nikarê xwe bi guncênê li gor guhertinên ku li sûriya rûdidin.

Beramberî vê rastiyê jî, divê zû bidûvdeçûneke bilez were kirin li ser kiriyarê aliyên serekî yên Tevgera Kurdî di seranserê panzdeh salên dawî de, û bi mêranî were gotin ku bi ser nekeftiye di pêkanîna erkên xwe yên dîrokî de. Ev alî hatin belavkirin di navbera çarçoveya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya, û çarçoveya Partiyên Yekîtiya Niştimanî Kûrdî’de, herwiha jî Partiyên ku li dervî van herdû çarçoveyan mane, bi taybet (Partiya Yekîtiya Demoqratî Kurdî li Sûriya) û (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), ku vê dawiyê van herdû Partiyan li gel (6) Partiyên Kurdî yên din jî komeleyek avakirin bi navê (Hevdîtina Şêwirdariyê).

Ev nakokî her di navbera (ENKS) û (PYNK)’de bûn, û ew bi xwe gunehê serekî hildigirin di parçekirina Tevgera Kurdî de li Sûriya, û ewan bi xwe ev nakokiyên xwe ajotin nav baznê xiyanet û tawanbarkirinê, ku êdî hemî hewildanên kurdistanî û navdewletî nikarîbûn wan ji wî bazinê girtî yê nakokiyan derxin, û wan razî bikin ku bi hevre alîkarbin di avakirina Lêvegereke Kurdî Berfireh de.

Di encama guhertinên diramatîkî de li Deverên Kurdî, û hewildanên navdewletî û kurdistanî, û fişara cemawerî ya berfireh, nûnerê Rêxistinên Kurdî yên Sûrî, yên Siyasî û Kultûrî û Civakî, karîbûn Konfiransê Yekrêzî û Yekhelwista Kurdî li bajarê Qamişlo di 26’ê Nîsana 2025’an de li darbixin, bi beşdariya nûnerên Partiyên Kurdistanî yên serekî, û nûnerên Hevbendiya Navdewletî, û ev Konfirans bi nerîneke hevbeş derçû, û di encam de jî şandeke hevbeş hate avakirin ji bo dan û sitandinê bi Hikûmeta Demkî re li Şam.

Piştî ku Konfirans bi dawî hat, herdû çarçev careke din vegeriyan nakokiyên xwe, û derencamên vî Konfiransî binpêkirin, ku bûbû mîna gaveke dîrokî ciyê razîbûna Raya Giştî ya Kurdî û Kurdistanî, û razîbûna dostên Miletê Kurd li her deverê. Lê mixabin herdû aliyan derencamên vî Konfiransî zû bin pêkirin, û her yek ji wan bi tenha çûne Şamê, û ev yek jî ciyê razîbûna Hikûmeta Demkî bû, ku ne dixwest Şanda Kurdî ya hevbeş pêşwazî bike. Êdî Pirsa Kurdî hate kurtkirin di çend postên hikûmî û çend kursiyên perlemanî de, bê ku vê pirsê weke pirseke netewî bi hejmêre.

ji bo ku rêz li Tevgera Kurdî were girtin li Sûriya, divê bilez ev rûpelê nakokiyên partîtiya teng were girtin, û rûpelekî nû were vekirin ji bo hevkariyê û karê hevbeş, û dûrketin ji takrewî û xweperestiyê. Çimkî qonaxa berê nîşan daye ku ew kiriyar pûçin, û hîç riyeke din li pêşiya aliyên kurdî tuneye ji bilî ku zû vegerin ser encamên Konfiransê Qamişlo yê 2025’an, û Şanda Kurdî ya hevbeş çalak bikin, û bi yek tîmî berê xwe bidine Şam, ji ber ku Serokê Sûrî yê Demkî Ehmed Şer’i, weke ku ji axaftinên wî tê diyarkirin, ku tu kîn di dilê wî de tune ye li beramberî Pêkhatiya Kurdî.

PUKMEDIA