Parlementarek: Projeya Ronakî di serma û germa de kar nake
Kurdistan 11:05 AM - 2026-07-27
PUKMEDIA
Projeya Ronakî
Projeya Ronakiya kolan, mal û cadeyên Herêma Kurdistanê tarî kiriye û welatî ji
bihayê wê û ji kehrebeya wê jî nîgeran in, endamekî Parlamentoya Kurdistanê jî
dibêje: Projeya Ronakî barê aborî yê li ser milê welatiyan bi giştî girantir
kiriye û projeyê nikariye dawî bi mowelîdeyan bîne û di werzê serma û germayê
de kar nake.
Rewez Ehmed Şa endamê fraksiyona YNK li Parlamentoya
Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIAyê re ragihand: Beşekî zêde yê
welatiyan bi hêviyekî gelekî mezin li bendê encamên Projeya Ronakiyê bûn, lê
mixabin diyar bû ku pirsgirêk û kêmkasiyên wê diyar in di her du werzên herî
girîng ên salê de , kehrebe nîne û asteng û pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan
çêkiriye.
Derbarê wê yekê de parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî da zanîn:
Sedem pir in, ya herî girîng mîqdara berhem û pêdiviya navxweyî ya Kurdistanê
ye ku hêj negihîştine wê mîqdara berhemê ku pêdiviya navxweyî tijî bike, li gel
wê yekê ku Hikûmeta Herêmê wê kehrebê berhemhatî difiroşe navçeyên din ên Îraqê
û li gel wê yekê jî torên dabeşkirina kehrebê ne di asta pêwîst de ye û
çaksaziya pêwîst tê de nehatiye kirin bi awayekê ku li gel kehrebeya 24 demjimêrî
biguncê.
Welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê wezareta kehrebê ve hatine neçarkirin
ku di heyama 50 rojî de pereyên Ronakî û qerzê pêş ronakî jî bidin nîgeraninû
dibêjin hikûmet kehrebê nade û bi 50 rojan mûçe dabaş nake fişar dixe ser me ku
wê kehrebê li ser me bibrin.
Derbarê axaftina welatiyan ku dibêjin beriya projeya Ronakiyê
kehrebe çêtir bû, Rewez Ehmed Şa got: Ew gotin di ciyê xwe de ye, got jî
Ronakiyê ji bilî ku bi awayekî berdewam û bi awayên curbicur beşek ji navçeyan
tarîtir kir, herwiha barê aborî yê ser milê welatiyan bi giştî girantir kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

